Li Cindirêsê Erebên hawirde hesinên avahiyên hilweşyayî didizin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cindirêsê Erebên hawirde hesinê avahiyên ku di encama erdheja 6ê sibatê de hilweşyabûn ji nav kavilan didizin.

Di dîmenên ku taybet ji Rûdawê re hatine şandin, diyar dibe ku hejmarek Erebên hawirde li nahiya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve hesinan ji nav kavilan derdixin û didizin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re got, nêzîkî 35 otomobîl li nav bajarê Cindirêsê digerin, mêzîn bi wan otomobîlan de ne hesinê ku ji avahiyan derdixin, qaban dikin li otomobîlan bar dikin û dibin.

Şêxo got: “Encûmena xwecihî ya Cindirêsê hatibû erkdarkirin ku paşmayên avahiyan rake û hesinê wan radestî xwediyên kavilan bike, lê ew bi erkê xwe ranebûn.”

Bi sedema erdheja 6 Sibatê ku navenda wê li parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê bû, herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî hejiya û bi taybet li bajarokê Cindirêsê bû sedema zirarên mezin ên canî û madî.

Li gor zanyariyan, di encama erdhejê de li Cindirêsê zêdeyî 1100 kesan jiyana xwe ji dest dan.