Li Efrînê çekdar şûnwaran têk didin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê binpêkariyan li dijî cihên şûnwarî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ku bi navê (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) têne naskirin, ligel Erebê hawirdekirî, li gundewarê Herêma Efrînê di binpêkariyan de li dijî cihên şûnwarî berdewam in.

Ibrahîm Şêxo got: “Erebên Hawirdekirî bi piştgirî û alîkariya grûpên çekdar li nahiyeya Reco ya ser bi Efrînê, ji dema nêzîka sê mehan ve, cihên cuda li nav zeviyên zeytûnan û girên derdora gundên (Cincalyo, Çiqmaq Sexîr, Elemdar, Hec Cemalo p Mamûla) dikolin û bi şev û rojê bê rawestan, li parçeyên şûnwarî digerin.”

Kortên ku hatine kolan, di navbera 2-4 metreyan de kûr in û 2-3 metreyan fireh in û çi welatiyekî Efrînî ku nêzîkî wan bibe rastî lêdan û îşkenceyê tê.

Wiha jî Girê Elemdar, li bakurê gundê Elemdar, bi 1.5 km nêzîkî rêya giştî ya nahiyeya Reco, bi amêrên mezin hatiye kolan, ku çekdar li parçeyên şûnwarî lê digeriyan.