Li Bedlîsê 70 koçber hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Tetwanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 70 koçberên xelkê Efxanistanê hatin girtin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku tîmên fermandariya Cendirmeyan ya bajêr li ser bingeha rûbirûbûna qaçaxiyê, 14ê Nîsanê li navçeya Tetwanê, nêzîkî gundê Engesor di otomobîlekê de 24 koçber û her wiha 46 koçberên ku piya dixwesti di heman navçeyê re derbas bibin bi giştî 70 koçberên ku xelkê Efxanîstanê ne hatine girtin.

Li gor Parêzgariya Bedlîsê derbarê bûyerê de kesê bi navê C.S yê şofêrê otomobîla koçber têde hatîn girtin jî hatiye desteserkirin.

Di heman demê de 70 koçber hatîn girtin bo bêne dersînorkirin bo Rêveberiya Koç û Koçberan ya bajêr hatine birin.