Li 11 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 11 dever û navçe di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan bo çûnûhatina welatiyan hatin qedexekirin. Piraniya wan deveran jî ew dever in ku ajeldarên Şirnexê ajelên xwe lê diçêrînin.

Li gor daxuyaniya ku roja Înê 14ê Nîsana 2023an ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 11 dever û çiyayên parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Bêtuşebabê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor biryarê, li wan deveran ji 15ê Nîsanê 2023an heta 30ê Nîsana heman salê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan qedexe hatiye ragihandin û tê gotin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in, “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhatek nerênî” hatiye ragihandin.

Ev qedexe di demekê de ye ku beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dikin û navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe lê diçêrînin.