Birîna daran li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye

15-04-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Birîna Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birîn û bi qaçaxbirina daran li Rojhilatê Kudistanê di çend rojên derbasbûyî de gelek zêde bûye.

Saziyên dewleta Îranê dibêjin, rojane dest bi ser 100 ton darên qaçax de tê girtin. Çalakvanên jîngeparêz ên Rojhilatê Kurdistanê jî dibêjin, darên ku li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê tên birîn, gelek ji wê rêjeyê zêdetir e ku rayedarên hikûmetê dibêjin.

Jîngeparêzên Rojhilatê Kudistanê di demên şevê de diçin ser riyên daristanan û wan barhilgiran radiwestînin ku daran bi qaçax dibin û wan radestî hêzên polîs dikin.

Fermangehên parastina jîngehê jî dibêjin, fermanberên wan nînin ku çavdêriya daristanan bikin.

Ji beriya 3 salan ve ku Îranê birîna darên daristanên bakurê Îranê qedexe kir, êdî birîna darên daristanên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûye.

Ew dar ji Kurdistanê ve tên veguhestin bo bajarên mezin ên Îranê û ji bo kaxez û pîşesaziyê tên bikaranîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst