Li Meletiyê ji malekê 8 kamyon çop hat derxistin

15-04-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Yeşîlyurt a Meletiya Bakurê Kurdistanê ji malekê 8 kamyon çop hat derxistin.

Li gor daxuyanuya Şaredariya Yeşîlyurtê li taxa Gaziyê ji ber ku ji malekê bêhneke nebaş dihat welatiyan şaredarî agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê zabita û tîmên paqijiyê çûn mala ku behsa wê hat kirin û dîtin ku mal tijî çop û zibil e.

Xebatkaran ji malê 8 kamyon çop derxistin.

Şaredarê Yeşîlyurtê Mehmet Çinar jî got ew her tim ji bo tendirustiya gel û civakê bihesas xebatên xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst