Dayika parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dayika parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan koça dawî kir.

Qeyser Zeydan, dayika parlamenterê berê yê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan ku niha di girtîgehê de ye, koça dawî kir.

HDPê li hejmara xwe ya taybet a Twîtterê aşkere kir ku Qeyser Zeydan koça dawî kiriye û herwiha di wê daxuyaniyê de serxweşî li malbata Zeydan hatine kirin.

Di peyama ji aliyê HDPê ve hatiye belavkirin de hatiye gotin, “Dayika Qeyser di wê baweriyê de bû ku kurê wê li derveyî welat e” û hatiye diyarkirin, “Bidawîanîna xerabiya ku rê li ber me digire em di dawîn kêliyê de jî li gel hezkiyên xwe bin, deynê me ye.”

Parlamenterê HDPê yê berê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, li gel Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji roja 4ê  Mijdara 2016an ve li zindana Edîrnê girtî ye.