Rûdawê jiyana li gund di serdema koronayê de kire belgefîlm

15-04-2020
Belgefîlm li gundê Sermord a ser bi nahiyeya Sordaş a qezaya Dûkanê hatiye berhemanîn.
Belgefîlm li gundê Sermord a ser bi nahiyeya Sordaş a qezaya Dûkanê hatiye berhemanîn.
Nîşan Herêma Kurdistanê Gundê Sermord Dûkan Korona Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku belavbûna vîrusa koronayê bandor li tevahiya cîhanê û Herêma Kurdistanê jî kiriye û rêkarên xweparastinê û qedexeya hatin û çûnê li Kurdistanê berdewam in, Tora Medyayî ya Rûdawê di belgefîlmekê de jiyana li gundan di serdema koronayê de nîşan dide.

Qedexeya hatin û çûnê û rêkarên xweparastina ji vîrua koronayê li gundan bi awayekî cudatir ji bajar û bajarokan birêve diçe, beşek ji hemwelatiyan ji bo ku xwe ji metirsiyên vê vîrusê biparêzin, çûne gundan û di nava xwezayê û jiyana gundewarî de xwe kerentîn kirine.

Tora Medyayî ya Rûdawê têkildarî jiyana li gundan di serdema koronayê de belgefîlmek amade kir. Ev belgefîlm jiyana hemwelatiyan li gundê Sermord a ser bi nahiyeya Sordaş a qezaya Dûkanê nîşan dide û di fîlmê de jiyana gundiyan û şêwaza xwekerentînekirina hemwelatiyan tê dîtin.

Ji ber belavbûna COVID-19 û metirsiya wê li ser tendirustiya xelkê, bi taybet hemwelatiyên kal berê xwe dane gundan, daku di nava hewayeke paqij û xwezayê de bijîn, daku ji metirsiyên vîrusê dûr bin.

Belgefîlm bi navnîşana “Nêzîk li xwezayê, dûr ji Koronayê” hatiye berhemanîn. Di belgefîlmê de zilamekî axiviye ku xwediyê kompaniyeykê ye û mala wî li bajêr e, lê belê her ji dema ragihandina qedexeya hatin û çûnê de vegeriyaye gundê xwe û mijûlî baxevaniyê bûye. Ew dibêje: “Ez rê nadim birayên min jî serdana min bikin, çimku rênimayiyên tendirustî wisa dibêjin.”

Dema zêdetir ji mehekê ye, ku qedexeya hatin û çûnê li Herêma Kurdistanê berdewam e, lê belê heta niha 332 kes tûşî koronayê bûne, ji wê hejmarê jî 204 kes baş bûne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst