Li Duhokê peykerê Îsmaîl Beşîkçî hat danîn

15-04-2019
Mihemed Emin Demir
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Peyker Duhok Zanîngeha Duhokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zanîngeha Duhokê peykerê civaknas û nivîskar Îsmaîk Beşîkçî hat danîn.

 

Bi helkefta derbasbûna 31 salan di ser Enfala Başûrê Kurdistanê re, li Zanîngeha Duhokê perde li ser peykerê civaknas, lêkoler û nivîskarê Tirikiy Îsmaîl Bîşikcî hat rakirin.

 

Beriya destpêkirina wê merasîmê, civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji Rûdawê re ragihand ku ji salên 1960an ve li Kurdistanê pêşketinên gelek girîng hene û got, lê tevî ku kedeke mezin û hewleke zêde tê dayîn, di beramber de destkeft gelek kêm in.

 

Beşîkçî wiha got: “Divê zanîngeh bibin navenda hilberandina zanyariyan. Bi nêrîna min zanîngehên Herêma Kurdistanê, weke mînak zanîngeha Duhokê di nava hewldanên cidî de ne. Em jî weke şexs û komel, di nava hewldanekî wiha de ne. Ji salên 1960an ve li Kurdistanê pêşketinên girîng hene. Di warê civakî, siyasî û aborî de gelek pêşketin hene. Her wiha kedên gelek mezin, hewldanên gelek mezin jî hene, lê ez dikarim bibêjim li gorî wan hewldanan destkeft gelek kêm in.

 

Herwiha Serokê Navenda Lêkolînan a Îsmaîl Beşîkçî li Zanîngeha Duhokê Dr. Neşvan Berwarî jî ji Rûdawê re diyar ku wan ji bo ked û xizmetên Îsmaîl Beşîkçî yên ji gelê re Kurd re kirine wek rêz peykerê wî danîne.

 

Dr. Neşvan Berwarî da zanîn ku fikra çêkirina peykerê Beşîkçî ya Rêvebirê Giştê yê Zanîngeha Duhokê bû.

 

Di Nîsana 2017an de Navenda Lêkolînan a Îsmaîl Beşîkçî li Zanîngeha Duhokê hatiye damezrandin. 

 

Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser Kurdan tê nasîn. Bi van nivîs û lekolînên xwe wî bandorek mezin li ser tevgera Kurdî jî kir. Ji ber van xebatên xwe bi giştî 16 sala di zîndanê de ma. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatiye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999a de bi guhertina hinek qanûnên tirkan û efûyek giştî serbest hate berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst