Li navçeya Şiyê ya Efrînê her roj welatî tên girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Şiyê û gundên bi ser ve li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê kiryar û pinpêkirinên grûpên çekdar hejmarek malbatên Kurd neçarî koçberiya ji gundên xwe ber bi Efrînê ve kirine.

 

Çekdarên grûpa Siltan Silêman Şah, ku fermandariya Mihemed Ebû Emşa ye, û ji lewre bi navê el-Emşat tê naskirin, xelkê gundan direvînin, îşkence dikin û bacên bêhesab bi darê zorê li ser xelkê nahiyeyê ferz dikin û bi darê zorê distînin.

 

Li gor paporteke Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê,  çekdarên grûpa el-Emşat rojane 4-5 welatiyên bajarokê Şiyê direvînin û welatî li navenda grûpa navborî rastî lêdan û îşkenceyê tên.

 

Li gor heman raporê heta niha 27 welatî ji bajarokê Şiyê hatine revandin û îşkencedan.Li gundê Hec Bîlal ser bi Şiyê, çekdarên Emşat serê malê 1000 dolar ferz kirine.

 

Hejmarek nişteciyên gund neçar bûne gund bicih bihêlin û biçin li Efrînê niştecî bibin. Ji wan welatiyan, Rifet Xelîl, Fewzî Içê, Seyfedîn Içê, Ismet Henan û Mamo Mûsa hatine naskirin.

 

Fermandarên Lîwaya Weqas gundiyên Hêgiçê, Anqelê û Sinarê baca zorane li ser wan ferz kirine.

 

Roja Şemiyê, 13ê Nîsanê, Ebdo Şewax û du alîkarên wî ji lîwaya navborî avêtibûn ser hersê gundan. Çekdarên grûpê, rê nadin gundiyan ku bêyî wergirtina moletê ji wan biçin nav baxçe û zeviyên xwe.

 

Navçeya Şiyê ji bajarokê Şiyê û 15 gund û mezreyan pêk tê. Bajarokê Şiyê û piraniya gundên wê li jêr destê grûpa Silêman Şah in. Li gor çavkaniyên ji navçeyê, çekdarên wê grûpê rojane kiryar û binpêkirinên tund li dijî nişteciyên navçeyê dikin.