Tevgera Çaksazî li Qamişlo ofîsa xwe vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyeke nav Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ofîsa xwe vekir û hejmarek ji siyasetmedar û rewşenbîran piştevaniya vê pêngavê kirin.

 

Roja derbasbûyî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûriyê bi awayekê fermî ofîsa xwe vekir. Merasima vekirina ofîsa wê tevgerê di nehemîn salvegera damezrandina wê de hat lidarxistin. Tevgera Çaksazî di 14-04-2010 de li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin.

 

Endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Çaksazî, Kazim Xelîfe dibêje, ew hêvîdar in tevahiya partiyên din jî bikaribin ofîsên xwe vekin û bi azadî û bê astengî karê xwe yê siyasî li nav Rojavayê Kurdistanê bikin.

 

Kazim Xelîfe tekez kir, wan hemû pêkhateyên ku li herêmê dijîn ji bo merasimê vexwandibû û spasiya amadebûna wan kir.

 

Kazim Xelîfe amaje bi sê dirûşmên sereke yên Tevgera Çaksazî kir û got, ew di bin sîwana sê dirûşmên çaksazî, guhertin û zelalmendî (şefafiyet) de kar dikin û tekez kir, tevî wê yekê wan berdewam xwastiye ku weke partiyeke demokrat ji bo mafê gelê Kurd jî xebatê bikin.

 

Wî rayedarê Tevgera Çaksazî destnîşan kir ku gelek astengî li pêşiya wan weke Tevgera Çaksazî û herwiha ENKSê hebûn, lê belê ew ji kar û xebatê nerawestiyan û li ser karê xwe berdewam bûn.

 

Ew çend sal in ku 52 ofîsên ser bi ENKSê û partiyên di nav de ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hatine girtin.

 

Rayedarên ENKSê û rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê di gelek merasim û boneyan de daxwaza vekirina wan ofîsan û asayîkirina pêwnediyên navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û ENKSê dikin.