Çekya: Bila nûneratiya Kurdistanê li Pragê bê vekirin

15-04-2019
RÛDAW
Îro Duşemî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Çekyayê Martin Smolîk kir. Wêne: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Îro Duşemî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Çekyayê Martin Smolîk kir. Wêne: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Nîşan Kurdistan Kurd Nûneratî Çekya Nêçîrvan Barzanî Martin Smolîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di hevdîtinekê de li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Çekyayê ragihand, welatê wî amade ye ku rê bi vekirina nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Pragê bide.

 

Îro Duşemî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Çekyayê Martin Smolîk kir.

 

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirin û pêşxistina pêwendiyên xwe yên li gel komara Çekyayê kir û piştgiriya xwe bo projeyên xwandinê yên zanîngehên Çekyayê li Herêma Kurdistanê û plana damezrandina bajarê Akademîk ê Çekyayî li Hewlêrê nîşan da.

 

Di hevdîtinê de ku Konsulê Çekyayê yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, Cîgirê Wezîrê Derve yê Çekyayê ragihand, konsulxaneya giştî ya Çekyayê li Herêma Kurdistanê dest bi dayîna vîzayên taybet ji bo karsaz û bazirganan û wan xwandevanan bike ku dixwazin li Komara Çekyayê bixwînin.

 

Martin Smîlok herwiha amadeyîyî û xwateka welatê xwe bo vekirina nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Prague ya paytexta wî welatî anî ziman.

 

Li hember vê helwestê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û piştgiriya xwe bo vê pêngavê ragihand.

 

Di beşeke din a hevdîtinê de, herdu aliyan tekezî li ser hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çekyayê di hemû waran de kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî û Martin Smîlok herwiha geşedanên herî dawî yên proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û hewl û gotûbêjên jib o pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê nirxandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst