Jina Kurda Êzidî: Li ber çavên zarokên min destdirêjî li min kirin

Beşa duyemîn:  Çîroka Meleknazê


Duhok (Rûdaw) –  Meleknaz a xelka Şingalê, piştî 4 salan ji destê rêxistina DAIŞê rizgar bû. Meleknaz dibêje çekdarên DAIŞê li ber çavên zarokên wê destdirêjiya seksê li wê kirine.

 

Meleknaz ji Rûdawê re di beşa yekem de behsa çîroka xwe ya revandina ji Gundê Duguriya Şingalê û bûyerên li Mûsil û Reqayê bi serê wê de hatine kir. Meleknaz di vê beşê de behsa jiyana xwe ya li Hecîn û Baxozê û rizgarbûna xwe ji destê DAIŞê dike.


Bi gotina Meleknazê heyama ku DAIŞê li Iraq û Sûriyê herêmên jêr kontrola xwe ji dest da, di nav rêxistinê de tevlihevî derketiye û vê yekê hêviyên wê mezin kirin ku ew dê rizgar bibe.


“Cihê me mîna dojeheke biçûk bû” 


Piştî ku çekdarê DAIŞê yê bi navê Ebu Muhacir, Meleknaz bo Ebu Muhenned Misrî difiroşê ew hêviya wê ya rizgarbûnê namîne. Ebu Muhenned Misrî wê dibe herêma Meyadinê û bi gotina Meleknazê ew tiştên Ebu Muhenned Misrî bi serê wê anîne di dîroka koletiyê de ti caran nebûye.


Meleknaz dibêje: “Ew mala em li dijiyan mina dojeheke biçûk bû. Ebû Muhenned kesekî gelek hov bû. Her tim kêra wî di destê wî de bû. Kesekî wek robotan bû û ti caran nediaxivî, lê gelek caran bê sedem li min dixist. Hema bêje ez ji mirinê vedigeriyam. Ev birînên li ser laşê min hemû ew bûye sedem. Kêra xwe didanî ser zarokên min û digot eger yek gotin ji deve tê derbikeve, ez dê wan bikujim. Her tim ev gotin dikir.


Lê hevjîna wî keseke baş bû. Ez heyirî dibûm. Çawa dibû jinek wiha dikarî ligel kesekî ew qasî bêrehim û zilimkar bijî. Xwedê şahidê min e, gelek caran bêşerm êrişê min dikir. Hevjîna xwe derdixist, lê li ber çavên zarokên min bi hovane destdirêjiya seksê li min dikir. Wê demê ruhe min ji canê derdiket. Eger ez behsa wê demê bikim, mirovahî dê şerm bike.”


Meleknaz gelek caran ji aliyê Ebu Muhenned ve rastî tundûtijiyê hatiye. Muhenned careke Meleknazê bi 10 derenceyan de avêtiyê xwarê û teşka wê şikestiye. Meleknaz dibêje: “Gelek caran bi pora min re digirt û ez bi erdê ve kaş dikirim. Heman tişt bi zarokên min jî dikir.”


Kurê wê yê 9 salî şandine eniyên şer


Meleknaz da zanîn ku rojekê Ebu Mehenned jê re gotiye ku “êdî nabe tu kurê xwe yê 9 salî ji Dewleta Îslamê veşerî” ew şandiye kampên perwerdeya şerî. Meleknaz wiha behsa wê yekê dike:


“Kurê min şandin kampa perwerdeyê ya ku çekdarê Bettar Tunisî berpirs e. Li wê kampê zarok  ji şer re amade dikirin. Li wê kampê di nava 79 zarokan de kurê min tenê Êzidî bû. Ew ji hemûyan biçûktir bû. Sibe seat 06.00 heta êvarî li ser navê perwerdeya çekdarî ew diwestandin. Lewma ew gelek caran nexweş ket. Dema kurê min bû 10 salî jî ew şandin eniya şerî ku li dijî hêzên Esed şer bike.”


Meleknaz dibêje ji ber bûyerên bi ser kurê wê de hatine, derûniya wê têk çûye. Çekdarên DAIŞê li ber çavê kurê wê kesên dîl girtine serê wan jê kirine û bi zorê li zarokan mirov bi keviran dane kuştin.


"Min heroj hêvî dikir bê kuştin"

 

Dema Ebu Mehenned diçû eniya şer Meleknaz her car dia dikir ku ew were kuştin. Derbarê vê yekê de Meleknaz got: “Min heroj hêvî dikir ew bê kuştin, lê ew her car bi saxî vedigeriya. Paşê min zanî ku ew beşdar şerên metirsîdar nabe û xwe her tim ji belayan dûr dixe.”


DAIŞê dixwest li 19 bajarên Iraqê û 16 bajarên Sûriyê “Dewleta Îslamî” ava bike, lê berî ku tevahiya van bajarên bidest bixe, herêmên di destê xwe de jî hêdî hêdî ji dest da. Dema balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî bajarê Meyadinê bomberan dikin, bombeyek li nêzîkî mala ku Meleknaz lê ye, dikeve.

 

Piştî ku şer li herêma Meyadinê tund dibe Meleknaz û çend kesên din bo gundê Şehtayê vediguhezin. Bi gotina Meleknaz di Tebaxa 2018an de Ebu Mehenned tê kuştin û keyfa wê gelek ji wê agahiyê re hatiye, lê ew hertim guman  li ba wê hebûye ku ew zaniyarî nerast be.


Rizgarbûna ji Hecînê


Derbarê demên dawî yên DAIŞê de Meleknaz dibêje, DAIŞê hêdî hêdî herêm jêr kontrola xwe ji dest dida û di heman demê de derfetên wê jî kêm dibû û wê yekê bandoreke xirab li çekdaran dikir û ji aliyê manewî ve jî têk diçûn. Bi gotina Meleknaz çekdarên Amerîkî yên di nav rêxistinê de ditirsan ku ew nan û avê peyda nekin û hinek çekdaran jî wek çareserî êrişên xwekujî pêk dianîn.


Jina Kurda Êzidî dide zanîn ku tişta ew jiyanê vê girê dida zarokên wê bû: “Eger zarokên min nebûya min dê xwe bikuşta. Zêdeyî 4 salan di destê DAIŞê de dîl mam. Sê salên min li mala Ebu Mehenned derbas bûn. Min yek rojê jî nedîti ku mirovekî wî hebe. Kesekî bêxwedî bû. Her bi wî awayî mir. Ti kes dê jê re diayan neke.”


Çekdarên DAIŞê herî dawî Meleknaz dibin herêma Hecîn. Ew wiha behsa wê derê dike: “Ji aliyeke HSD û ji aliyê din ve artêşa Sûriyê Hecîn dorpêç kiribûn.  Em li gundê Bedran ên Hecînê bûn. Ji ber êrişên HSDê, DAIŞ gelek lawaz bibû.”


Meleknaz dibêje: “Li Hecînê ez pê hesiyam ku min li wê derê ziman, ol, dia û sirûdên netewî yên me ji bîr kirine. Min hêdî hêdî zimanê xwe jî ji bîr dikir. Ji nişka ve rengê çekên li ber çavên min hatin guhertin. Ew ne çekên DAIŞê, lê yên HSDê bûn. Ji me re gotin netirsin û em li otomobîlekê siwar kirin û birin ciheke ewle.”


Piştî 4.5 sal vegeriya Şingalê

 

Piştî 4.5 sal dema Meleknazê dibin Şingalê ji wê re dibêjin ji kesekî malbata xwe re bibêje bila bêne pêşwaziya tê bikin.


Meleknaz piştî hinek lêkolîn telefona hevjînê xwe peyda dike. Meleknaz di telefonê de jî hevjînê xwe re dibêje: “Sadî, ez Meleknaz. Ez niha li nêzîkî Şingalê me, zû were min werbigire yan ez dê dîn bibim.”


Lînka beşa yekemîn