Birinca Qerejdaxê li ser navê Amedê bi fermî hat tomarkirin

Amed (Rûdaw) -   Pîştî zebeş, kebaba kezebê, û şêraniya qedayîfê,  birinca Qerejdaxê jî li ser navê Amedê bi fermî hate tomarkirin.


Enstîtûya Patentê ya Tirkiyê bi rewresmeke fermî destnîşan kir ku birinca Qerejdaxê ya herî resen di nav erdnîgariya Amedê de tê hilberandin û mafê reklamê yê Amedê ye, cotkar û berhemdarên vê birinca bi nav û deng , bi vê biryarê  kêfweş bûn û her wisa karsazên Amedê dibêjin ku rê li ber wan vebû  em vê birincê hinarde bikin.

 

Piştî zebeş, kebaba kezebê û  qedayîfê,  birinca Qerejdaxê jî ji aliyê Enstîtûya Patentê ya Tirkiyeyê ve  wek hilberînê erdnigariya bajarê Amedê hate pesendkirin.

 

Çiyayê Qerejdaxê ji ber ku li ser erdeke firehê 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Riha Mêrdîn û Amedê ye, hilberîna wê ya birincê ji ber ku li hemû erdên wê têyî hilberandin bi salane, di nav cotkar çan de nîqaş bû;  ka gelo ev birinc ê kîjan bajarî ye.

 

Bi wergirtina patenta birinca Qerejdadxê berhemdarê Amedê gelek kêfxweş bûne û ew dibêjin birinca me di cîhanê de birinca herî xweş û bi şîfa ye, mafê patentê ji xwe yê me bû.

 

Berhemdêrê birinca Qerejdaxê Şêx  Ehmed ji Rûdawê re wiha got: “Heta niha gelek birinc li ser navê birinca Qerejdaxê dihata nav bazarê, yên baş û nebaş tevlîhev dibû niha her tişt eşkere bû, em hem di warê aborî de hem jî di warê menewî de kêfxweş in.”

 

Salane li bajarê Amedê 10 hezar û 500 ton çeltûk li qerejdaxê tê çandin û ji vê çeltûkê nêzî 6500 ton birinc li 2 aş û kargehên Amedê têne hilberandin

 

Veysel li bajarê Amedê xwediyê kargeha birinca Qerejdaxê ya herî mezin e, ew jî ji bo ku birinca Qerejdaxê li ser navê bajarê Amedê tescîl bûye razî û bextewar e, ji bo ku wê navê birinca wî li cîhanê belav bibe û ev jêre kareke mezin e.

 

Xwediyê aşê birincê Veysel Emîn jî got: “ Bi vê awayî daxwaz dê ji birinca me re zêde bibe. Ev hem ji bo me hem jî ji bo cotkarên me mizgîneyeke mezin e.”

 

Endamê rêvebiriya Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Şêxmûs Mete jî dibêje ku rekolteya birinca Qerejdaxê gelek bilind e,  ji ber ku nasandina wê baş nehatiye kirin tenê ew di nav bazarên herêmê de maye; bi werigrtina patentê rê li ber hinardekirina wê jî vedibe û ev tê wateya dergeheke dahatûyê ji bo bajarê Amedê

 

Şêxmûs Mete jî wiha axifî: “Piştî vê biryarê hilberandina birinca Qerejdaxê dê 2 qet zêdetir bibe, ev berî li hinardeya birincê jî vedike. Heta niha ev birinc tenê li nav bazarên Amedê û derdora wê digeriya; lê niha emê rêkin heta dewletên Ewropayê jî.”

 

Birinca Qerejdaxê di 7emîn Pêşengeha Kiştukalî û Ajaldariyê de li bajarê Amedê bi rewresmeke fermî ji aliyê Serokê Enstîtûya Patentê ya Tirkiyê ve wek hilberîna erdnîgariya  bajarê Amedê hate pesendkirin.