Dêlikê cêwrikên rovî mêjandin

15-04-2018
RÛDAW
Nîşan Êlih Rovî Dêlik
A+ A-

Navenda Nûçeyan -  Li bajarê Êlih ê Bakurê Kurdistanê du cêwrikên dêleroviya ku di coha avê da xeniqîbû bi şîrê dêlikekê tên xwedîkirin.

 

Li Rêveberiya Karên Beytariyê ya Şaredariya Êlihê du cêwrikên dêleroviya ku di coha avê da xeniqîbû tên xwedîkirin.





Wezîfedarên Rêveberiya Karên Avdaniyê (DSÎ) di nav xebata paqijkirina coha nêzî gundê Bexçeya ser navçeya Beşîriyê ye de dîtin ku dêleroviyek di nav devika cohê de asê bûye û xeniqiye û li pey wê du cêwrikên wê mane.





Xebatkaran cêwrik hildan û birin radestî rayedarên Rêvberiya Karên Baytariyê ya Şaredariya Êlihê kirin. Hat ragihandin ku cêwrikên rovî ji bo nemirin avêtin ber guhanê dêleke sê cêwrikên wê hene. Cewrikên rovî piçek mijandin lê ji ber ku şîrê dêlikê jî hindik bû wezîfedaran bi bîberonê şîr dan wan.



Cewrikên rovî piştî ku hatin têrkirin ji bo parastinê di qesefeke taybet de hatin bicihkirin.





Baytar Onur Kiliç ê bi cêwrikan re eleqedar bû û ew têr kirin jî got: "Rewşa wan baş e. Dema ku anîn nikaribûn çavên xwe vekin. Me kontrolên pêwîst kirin. Piştî ku ew piçek bi ser xwe de bên em dê wan azad bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst