Li Silêmanî 14 lîste ji bo 18 kursiyan rikberiyê dikin

15-04-2018
Silêmanî
Silêmanî
Nîşan Silêmanî Hilbijartin Iraq
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, bi destpêkirina pêvajoya propagandaya hilbijartinan partî û lîsteyên ku beşdarî hilbijartinan dibin dest bi daliqandina poster û alan kirin. Di vê pêvajoyê de hemû alî ji bo bidestxistina kursiyeke zêdetir li Parlamentoya Iraqê dê hewl bidin hemû rê û rêbazên propegandayê bikar bînin.

 

Berpirsê kempîna hilbijartinan a Yekgirtûya Îslamî li Silêmaniyê Mistefa Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Di encamê de em desthilat bin an jî opozîsyon em ê bi hev re vî welatî ava bikin. Em bangaşeya xwe bi yasayî dikin ne ku li ser hesabê şkînandina yên li hemberî xwe.”

 

Li gorî biryara Şaredariya Silêmaniyê li Kolana Salim, ku weke Saholeke jî tê naskirin û herwiha li Kolana Tuyî Melîk danîna navendên propagandayê qedexe ye. Lê li van deran, tenê 10 metre ji hev dûr, Tevgera Goran û Tevgera Nifşên Nû navendên propagandayê damezrandine.

 

Endamê Serkirdetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Yawer jî diyar kir: “Propaganda ji sê astan çêdibe. Asta sar, ya navîn û ya germ. Em niha di asta sar de ne. serdanan dikin, posteran dihilavêsin û çalakiyan dikin paşî emê çalakiyên xwe zêdetir bikin.”

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo danîn û rakirina alavên propagandayan dem diyar kiriye. Kîjan alî di dema xwe de van alavan xwe raneke dê komîsyon wan bi pere ceza bike.

 

Berpirsê Jûra Hilbijartinên Tevgera Goran li Sîlêmaniyê Belên Îsmaîl da xuyakirin: “Me divê kêm perrikan bikar bînin û herî zêde jî li ser karname û bernameya xwe kar bikin.”

 

Berawirdê bajarên din ên Herêma Kurdistanê, tê pêşbînîkirin, ku pêvajoya hilbijartinan li Silêmaniyê germtir derbas bibe. Ji ber ku Silêmanî bûye navenda pozberiya çend partî û lîsteyan.

 

Lîsteya Nifşên Nû cara yekemîn e li Silêmaniyê beşdarî hilbijartinan dibe. herwiha partiyên erebî jî li Silêmaniyê namzedên xwe destnîşan kirine.

 

Bi giştî 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê hene û ji wan jî 46 kursî yên Herêma Kurdistanê ne. Di nava van de hejmara kursiyên Silêmanî û Helebceyê 18 in. Li van bajaran 14 lîste ji bo 18 kursiyan rikberiyê dikin.

 

Li Herêma Kurdistanê 503 namzedên 25 lîste û qewareyan ji bo bidestxistina 46 kursiyan pêşbirkê dikin. Li seranserê Herêma Kurdistanê mafê dengdanê ya 3 milyon û 144 hezar û 730 kesan heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst