Leşkerên Artêşa Tirkiyê ji zinar ketin!

15-04-2017
RÛDAW
Nîşan Leşker Çiyayê Satê Gever
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Çiyayê Satê ya navçeya Gevera Colemêrgê di dema operasyonê de leşkerên Artêşa Tirkiyê ji zinarê ketin û di encamê de 2 efseran canê xwe ji dest da û 2 çawişên pispor jî birîndar bûn.

 

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê îro danê sibê leşkerên Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Satê ya Geverê derketin operasyonê.

 

Di dema operasyonê de ji ber berf û asêbûna çiya, leşker ji zinarê ketin.

 

Di encama vê bûyerê de efserê bi navê Kurşat Selîm  û çawişekî pispor mirin û 2 çawişên pispor jî birîndar bûn.

 

Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst