Gulle reşandin ser kolberên Rojhilatê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê, Supaya Pasdaran a Îranê gulle reşandin ser bazirganên sînor û hejmarek ji wan kolberan birîndar bûn.

 

Rêveberê Polîsê Qeladizê Hesen Xidir ji Rûdawê re ragihand, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Supaya Pasdaran gulle reşandine ser kolberan û hin ji wan birîndar bûne.

 

Hesen Xidir destnîşan kir, kolberên ku hatine birîndarkirin xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û li nêzîkî navçeya Hêro ya ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li wan teqe hatiye kirin.

 

Kolberên birîndar ber bi nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê ve hatine veguhastin.

 

Hesen Xidir herwiha diyar kir: “Em hewl didin ku zanyariyên zêdetir bi dest bixin û herwiha em alîkariya wan dikin.”