FLAŞ - Li Kurdistana Sor hawara Kurdan!

15-04-2016
RÛDAW
Fexredîn Paşayof
Fexredîn Paşayof
Nîşan Kurdistana Sor Kurd
A+ A-

Baku (Rûdaw) - Serokê Navenda Çanda Kurdî li Azerbeycanê ragihand ku kurdên li herêmê di binê bandorê de ne.

 

Serokê Navenda Çanda Kurdî li Azerbeycanê Fexredîn Paşayof ji Rûdawê re axifî û got:

 

“Herêma Ermenistan û Azerbeycan li ser wê şer dike bi sedan sal in kurd li wê derê dijîn. Ermenî dibijên 'em dostên Kurdan e û emê Kurdistana Sor ji bo we ava bikin.'Bila hemû dinya pê bizane ermen neyarên kurdan e û 20 hezar kurdên musilman ji wê derê derxistine.”

 

Paşayof dide zanîn ku kurd li Azerbeycanê derbeder û perîşan in û ji Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê dikin.

 

Di navbera ermen û azeran de ji meha Nîsanê pê ve şerê Qerebaxê, ku  Kurdistana Sor jî tê de ye, heye.

 

Li 4ê Nîsanê agirbest hat aragihandin li hêj şerê germ berdewam dike.

 

Di şerê Ermenistan û Azerbeycanê yê di navbera sala 1991-94an de nêzîkî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Piştî dagîrkeriya Ermenistanê li ser wan herêman, xelkê herêmê berên xwe dabû Azerbeycanê.

 

Ji ber dagîrkeriyê, 20 hezar kurdan ji welatê xwe koç kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst