R.Madrîd pilaneke bihêz bo rûbirûbûna Barselona amade kiriye

15-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Sibê, Çarşemê, lîstika dawî ya Kopa Şahê Sapaniyayê “Copa del Rey” li ser yarîgeha Mestalla Stadium, li bajarê Valensia birêve diçe.

Lîstika dawiyê di navbera her du tîmên Rela Madrid û Barselona de birêve diçe, ku wek hevrikên hev yên dîrokî tên zanîn.

Di her du heftiyên borî de, tîma Barselona rûbirûyê du şikestinan hat ku di encam de ji hevrikiya şampyoniyaya Ewropayê derket, herwiha di rêzbendiya La Ligaya Spaniyayê de daket pileya sêyem li pişt Rela Madrîd.

Li gor medyaya werzişî ya Spanî, rahêner R. Madrid, Karlo Anselotti pilanek bihêz amade kiriye da ku Kopa Şahê Spaniyayê bidest bixe û yekemîn nasnava xwe bi R. Madrîd re tomar bike.

Tiştê balkêş di vê lîstikê de, stêrkê R. Madrîd û cîhanê Kiristiano Ronaldo beşdarî vê lîstikê nabe ji ber ku berî niha birînadr bûbû.

Karlo Anselotti wê lîstikê bi êrîşan destpê bike, bi rêya her çae lîstikvanên xwe Karim Benzema, areth Bale, Isko û Ángel di María.

Anselotti dixwaza bi vî awayî destpê bike da êrîşên lîstikvaên Barselon rawestîne û guvaşê bixe li ser bergirîvan û golparêzê wê tîmê.

Herwiha rahênerê tîma R. Madrîd dê her dû yarîzanên sereke Xabi Alonso û Luka Modrić ji destpêka lîstikê de beşdar bike, da nîvê yarîgehê kontrol bikin û piştgiriyê bidin êrîşberê R. Madrîd.

Berî niha, di La Liga ya Spaniyayê de du caran her du tîm rûbirûyê hev bûne û her du caran tîma Barselona karî serkeftinê li ser Real Madrîdê bidest bixe.

Lîstika dawî ya Kopa Şahê Spaniyayê, sibê, 16.04.2014, demjimêr 21:30 bi dema Hewlêrê birêve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst