Fistiq herî zêde li kîjan bajarî tên hilberîn?

Duh li 05:24
RÛDAW
Nîşan Riha Bakurê Kurdistanê Fistiq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kursitanê herî zêde li parêzgeha Rihayê fistiq tê hilberîn û Dîlok jî di rêza duyem de ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2024an berhemanîna fistiqan ji sedî 117,6 zêde bû û 383 hezar ton fistiq hat berhemanîn.

Di serî de parêzgehên Riha, Dîlok û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê bi tevahî li 22 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê fistiq tên berhemanîn.

Lê belê ji sedî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê tên berhemanîn.

Li Bakurê Kurdistanê hejmara darên fistiqan û berhemanîn sal bi sal zêdetir dibe.

Serokê Yekitiya Navendî ya Berhemhênerên Fistiqan Faruk Akbaş ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 87 milyon û 100 hezar darên fistiqan hene.

Her wiha Faruk Akbaş da zanîn, berhemhênerê herî mezin ê fistiqan parêzgeha Rihayê ye û li Rihayê 31 milyon û 931 hezar darên fistiqan hene.

2023yan li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 176 hezar ton fistiq hatibû berhemanîn û sala 2024an ji sedî 117,6 zêde bû û 383 hezar ton fistiq hat berhemanîn.

Li aliyê din 2024an ji 96 welatan re fistiq hatin hinardekirin û 229 milyon û 777 hezar dolar dahat hatiye bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst