Li Şemzînanê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Duh li 04:50
RÛDAW
Nîşan Şemzînan Newroz Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi beşdariya gelek welatiyan Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Di pîrozbaiyên ku eleqeyeke zêde jê re hebûn muzîkên Kurdî hatin pêşkêşkirin li qada Newrozê bil û bergên neteweyên yên kurdî serdest bûn

Her wiha li qadê posterên Selahattîn Demîrtaş hatin bilidkirin.

Di pîrozkirina Newrozê ya ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye organîzekirin de, siyasetmedar û hunermend cih girtin.

Pîrozbaiyên ku saet 12:30î li qada nêzîkî Stadyuma Navçeya Pêsanê hatin lidarxistin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamenterên DEM Partiyê Onur Duşunmez û Newroz Uysal beşdar bûn.

Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez avaftinek kir û tê wiha got:

"Gelê me peyama Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan wergirt û xwedî lê derdikeve.

Di civînên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de gel xwedî li vê peyamê derket.

Qadên Newrozê bi awayekî zelal vê yekê diyar dikin. Gelê Kurd li van qadan xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve."

Li aliyê din, Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê jî wiha axivî:

"Birêz Ocalan dibêje 'Gelê Kurd gelê Newrozê ye'. Gelê Kurd ji salên 90î ve wateyeke nû daye Newrozê.

Îro bi berxwedana ciwanên Kurd û jinan ve agirê Newrozê li seranserê cîhanê belav dibe.

Her Newroz ji bo Kurdan destpêkeke nû ye. Em vê Newrozê di demeke dîrokî de pîroz dikin.

Peyama ku Birêz OIcalan 27ê Sibatê da dîrokî ye. Ev peyam ne tenê ji bo Kurdistanê, her wiha ji bo hemû Rojhilata Navîn jî girîng e.

Eger îro behsa çareseriyê tê kirin, ev bi saya berxwedana gel e. Em dê zêdetir li qadan bin û zêdetir berxwe bidin."

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û Hozan Şerwan û hunermendên herêmî derketin ser dikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst