Li ser serok û berpirsên Şaredariya Geverê lêpirsîn tê destpêkirin

Duh li 11:35
RÛDAW
Nîşan Alî Yerlîkaya Gever Colemêrg Şoreş Dîrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di çarçoveya rapora mirina Eslem Tekera 12 salî lêpirsîn dê li serok û berpirsên Şaredariya Geverê bê vekirin.

Eslem Teker ji ber êrişa kûçikên berdayî canê xwe ji dest dabû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê da zanîn ku derbarê Hevserokê Şaredariya Geverê  Şoreş Dîrî û berpirsên şaredariyê lêpirsîn bê destpêkirin.

18ê Kanûna Paşîn a 2025an li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê xwendekara dibistanê Eslem Tekera 12 salî di encama êrişa kûçikên berdayî de canê xwe ji dest dabû.

Piştre li ser bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û lêkolîn berdewam e.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku lêkolerên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve hatine erkdarkirin raporek li ser bûyerê de amadekirine û li gorî raporê Rêveberiya Karûbarên Bêtariyê ya Şaredariya Geverê û berpirsên şaredariyê pabendî yasayên li ser ajalên berdayî yên li kolanan nebûne.

“Şaredariyê tedbîrên pêwîst nestendine”

Li gorî gotina Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê beşek ji wan ajalan wekî pêwîst li navendên hewandinê nehatine ragirtin.

Yerlîkaya eşkere kir ku berî bûyerê bi 5 mehan 5 caran li ser kûçikên berdayî yên li kolanên Geverê li sîstema online a serokkomariyê gilî hatine tomarkirin û 4 muxtaran jî serî li Şaredariya Geverê daye da ku li ser kûçikên berdayî de tedbîran wergirin lê tevî vê yekê berpirsên şaredariyê tedbîrên pêwîst wernegirtine.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya rapora ku hatiye amadekirin de rê hatiye dayîn ku li ser Serokê Şaredariya Geverê Şoreş Dîrî, Endamên Meclisa Şaredariyê û Rêveberê Karûbarên Betariyê ya Şaredariya Geverê de lêpirsîn bê destpêkirin dê raya giştî li ser her pêşhateke li ser bûyerê bê agahdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst