Namzeda DEM Partiyê ya Amedê: Em dê zarokistanan ava bikin

15-03-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Serra Bucak Amed DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê got, “Em dixwazin wekî sala 2014an zarokistanan ava bikin.”

Namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Amedê rikeberiyê bikin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Amedê milyonek û 818 hezar û 133 e.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li Amedê mafê dengdanê yên milyonek û 147 û 14 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak Kuçuk û Dogan Hatun kirin namzed.

AK Partiyê biryar da ku Halîs Bîlden bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Li hêla din, HUDA PARê Faruk Dînç û Partiya Saadetê jî Muhammed Sabir Firat kir namzed.

Namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bû mêhvana bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Îradeya xelkê ji bo me girîng e”

Serra Bucakê li ser pirsa derbarê qeyûman de wiha got:

“Îradeya gel ji bo me pir girîng e. Ji ber ku di şaredariyan de qeymeqam hene, îro gelekî girîngtir e.

Ji ber vê em dibêjin bila gelê Kurd îrade û rêya xwe biparêze. Ev hilbijartin ji bo îradeyê pir girîng e.

Bi qeyûman îrade îrade hatibû tunekirin lê îrade hîn jî zindî ye.”

“Qeyûm tenê talan kiriye”

Li ser pirsa “Qeyûman li Amedê çi xizmet kirine?” Bucakê wiha bersivand:

“Ya rastî tiştek nekirin. Tiştên ku kirine talan, dizî û wêranî ne. Çavakaniyên xwe ji gel wernagirin. Sîstemeke antî-demokratîk e.

Ne zelal in. Em nizanin çi bi budceyê hatiye û çawa hatiye bikaranîn. Em wekî gelê Amedê nizanin. Yên ku di rêveberiyê de cih digirin ne ji vê derê ne.”

“Em dê zarokistanan ava bikin”

Bucakê li ser xebatên ji bo Kurdî yên di serdema BDP û HDPyê de li şaredariyan hatine kirin wiha anî ziman:

“Wê demê ji bo ziman û çanda kurdî xebatên pir baş hatin kirin. Dema em hatin em dê ji bo pêşxistina ziman, nasname û çanda xwe hewl bidin.

Li Amedê gelek Kurd di jiyana rojane de nikarin bi Kurdî biaxivin. Civak dixwaze xwe bi kurdî îfade bike. Ciwan dixwazin zimanê xwe hîn bikin.

Em dixwazin wekî sala 2014an zarokistanan ava bikin. Zarokistan saziyên pêşdibistanê bûn.

Me li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê 2 zarokistan ava kiribûn.

Niha em dixwazin li her navçe û her taxê kreşên pêşdibistanan ava bikin.

Em dixwazin enstîtuyên Kurdî ava bikin û cih bidin şanoya Kurdî jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst