Namzedê Saadetê yê Amedê: Erbakan Kurd e û bavê wî dostê Şêx Seîd bû

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Partiya Saadetê yê Amedê Muhammed Sabir Firat got, “Necmettîn Erbakan bi xwe Kurd e ji beglerên Kozanê ye û bavê wî dostê Şêx Seîdê Pîran bûye.”

Namzedê Partiya Saadetê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muhammed Sabir Firat, li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Amedê rikeberiyê bikin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Amedê milyonek û 818 hezar û 133 e.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li Amedê mafê dengdanê yên milyonek û 147 û 14 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak Kuçuk û Dogan Hatun kirin namzed.

AK Partiyê biryar da ku Halîs Bîlden bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Li hêla din, HUDA PARê Faruk Dînç û Partiya Saadetê jî Muhammed Sabir Firat kir namzed.

Namzedê Partiya Saadetê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muhammed Sabir Firat bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Necmettîn Erbakan Kurd e”

Muhammed Sabir Firat sedema ku ji Partiya Saadetê bûye namzed wiha anî ziman,

“Navê Serokê Partiya Saadetê yê Yekem Prof. Dr. Necmettîn Erbankan bû.

Necmettîn Erbakan bi xwe Kurd e ji beglerên Kozanê ye. Bavê wî Sabrî Beg di dema serhildana Şêx Sedî Efendî de qaziyê Erziromê bû û ew bixwe dostê Şêx Seîdê Pîran bûye.

Wexta serhildana Şêx Seîd Efendî çêdibe dewleta Tirkan ew (Sabrî Beg) sigunî Sînopê dike. Ji ber eleqeya bi serhildanê re ew jî eziyet û zehmetan dikişîne.

“Têkiliya malbata Erbakan û ya me nêzikî sal in heye”

Ji ber vê yekê têkiliya malbata Erbakan û ya me nêzikî sal in heye.

Erbakan wexta dest bi siyasetê kir, hat cem Şêx Elî Riza Efendî kurê Şêx Seîd Efendî û jê re got, `ez dixwazim bikevim nav siyasetê tu ji me re çi dibêjî, fikirên te çi ne?` Şêx Elî Riza Efendî nesîhet lê kirin, rê nîşan da.

Bavê min jî di vê partiyê nêzikê 8 salan parlamenteriya Erziromê kir. Em jî îro di nav vê partiyê de endamên rêveberiya giştî ne.”

“Niha jî rewşa Kurdan wekî berî 99 salan e”

 Firat amaje bi wê yekê kir Şêx Seîd xwestiyê ji bo mafên Kurdan di 21ê Adarê de hemû rîspî, şêx, beg û serkirdeyên Kurd li Amedê kom bike û li ser vê yekê biryarek bigirin û wiha berdewam kir.

“Mehek berê di 13ê Sibatê de provakasyonek çêbû û Şêx Seîd Efendî mecbûr ma serhildanê bide destpêkirin.

Mecbûr ma berî qelemê, bi çekê serhildanê da destpêkirin. Di ser wê re 99 sal derbas bûne, îro

Wexa mirov li meseleya serhildana Şêx Sedî dinêre, li meseleya Kurdan dinêre 99 sal in qet tiştek neguheriye.

Heqê me Kurdan nadin, heqê me yê Îslamî nadin xesp kirine. Têkoşîna me 99 salîn berdewam dike.

“Em dixwazin Amed û Hewlêrê nêzîkî hev bikin”

Li ser plan û projeyên xwe yên ji bo Amedê Firat amaje bi wê yekê kir ku dema ku ew bê hilbijartin ew dê cudakariyê bi dawî bikin.

Heriwha Firat bal kişand ser wê yekê ku “di şaredariyê de gelek dizî, gendelî û îsraf hene” û eger ew bên hilbijartin ew dê şaredariyê bi gel re bi rê ve bibin û “dizî, gendelî û îsrafê jî bi dawî bikin.”

Namzedê Partiya Saadetê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muhammed Sabir Firat got, “Projeya me ya mezin a ji bo bazirganiyê em dixwazin Amed û Hewlêr bibin birayên hev.

Eger ev biratî were çêkirin di hinarde û hawirdekirinê de Bakur û Başûr dibin yek istixdam fireh dibe.”