Li herêma erdhejê lehî: 5 kes mirin û 9 kes jî wenda ne

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Semsûr Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê ji ber lehiyê 5  kesan jiyana xwe ji dest da û herwiha 6 kes jî wenda ne.  Di heman demê de lehiyên ziyan gihandiye malên welatiyan û cihên dîrokî yên parêzgeha parêzgeha Rihayê û rayedaran hişyarî didin ku welatî zêde ji malê xwe dernekevin û çûn û hatin bê kêmkirin.

Li Riha û Sesmsûr ku ji herdu erdhejên navenda wan Mereşê bûn ziyan dîtin bûn, vê carê jî lehî rabû. Li herdu bajaran bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî wenda ne.

Li Rihayê, pişt barana zêde ya şeva 14ê Adarê li gelek cihan lehî rabû û zerar û ziyanên zêde çêbûn. Ji ber lehiyê 4 kes li ber avê çûn û canê xwe jidest dan. Herwiha 2 jê karmendên Berevaniya Şaristanî 6 kes wenda ne ku li ber avê çûne.

Li Rihayê di lehiyê de bi dehan otombîl li ber avê çûn û hejmareke zêde ya malan di bin avê da man. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyyubiyê di bin avê de ma û nexweşên di beşên çavdêriya hûr de bo nexweşxaneyên din hatin veguhestin.

Çemê Qereqoyun ê nav bajêr ku nêzîka 50 sal e çikiya ye niha bi lehiyê diherike û gelek cihên dîrokî yên bajêr jî dibin avê de man. Li piraniya bajêr hatûçûna trafîkê rawestiya û pir û rê di bin avê de man. Li tevahiya parêzgehê dibistan jî bo rojekê hatin girtin.

AFADê ragihand ku baran dê heta roja pêncşemê bidome û diyar kir ku divê welatî baldar bin.

Konteynera mexdûrên erdhejê li ber avê çû

Li navçeya Tûtê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber lehiyê konteynereke mexdûrên erdhejê li ber avê re çû û kesekî tê de canê xwe ji dest da û 3 kes jî wenda bûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana navçeya Tûtê ya Semsûrê kir û derbarê lehiyê de got: "Mixabin li Semsûrê zarokekî canê xwe ji dest da û 3 kes wenda bûne. Li Rihayê 4 kesan canê xwe ji dest dane û 2 jê karmendên Berevaniya Şaristanî 6 kes wenda bûne.”

Li navenda Semsûrê jî li hinek bajarên çadirî ku metirsiya lehiyê heye û di bin avê de mane mexdûrên erdhejê bo cihên din hatin veguhestin.

Li navçeya Wêranşar a Meletiyê jî  ji ber rabûna ava çem lehî rabû. Konên li Qada Vahap Kuçuk a li navenda navçeyê û hinek mal li navenda navçeyê di bin avê de man.

Ava Gola Masiyan ser re avêt

Piştî tavî û teyrokê li devera Gola Masiyan di binê avê da ma û ava golê jî ser re avêt.

Ava Gola Masiyan şêlû bû, ji bo ewlehiyê polîsan şirîda ewlehiyê kişand derdora golê.Ava Gola Eyn Zelîxayê ya li heman deverê jî heta 2 mêtreyan zêde bû.

Balafirê nekarî dane balafirxaneya Rihayê

Ji ber ba û barana zêde li Riha û Semsûrê balafiran nikarîn li balafirxaneyê deynin û bo bajarên din hatin şandin. Balafira ji Enqerê çû Semsûrê ji ber bayê bihêz û qeşayê nikarîli Balafirxaneya Semsûrê deyne û careke din bo Enqerê vegeriya.

Li Rihayê jî balafira ku ji Stenbolê hat nikarî deyne vene û li Balafirxaneya Dîlokê venişt û balafira ji Enqerê jî hat çû Balafirxaneya Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst