Nêçîrvan Barzanî alî û pêkhate ligel Sûdanî kom kirin

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî Pêkhateyên Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê, nûnerên pêkhate, aliyên siyasî, parêzgah û îdareyên serbixwe vexwendin Serokatiya Herêma Kurdistanê û ligel Mihemed Şiyaa Sûdanî civiyan.

Mîrê Êzdiyan da zanîn ku civîn gelekî baş bû û ji Serokwezîrê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê re gotiye, divê pirsgirêka Şingalê çareser bikin. Nûnerekî beşdarê civîna pêkhateyan ê Turkmen jî ji Rûdawê re got: “Serokatiya Herêma Kurdistanê îspat kir ku divê hemû pêkhate ji guhertinên siyasî agahdar bin, beşdar bin û amade bin.” Serpereştyarê Îdareya Serbixwe ya Soran jî amaje bi wê yekê da ku ew pêngava Nêçîrvan Barzanî “gelekî girîng” bû û ew peyam da Serokwezîrê Iraqê ku li Herêma Kurdistanê nakokiyên siyasî hebin jî Serokatiya Herêma Kurdistanê heye bê cudahî hemûyan kom bike.

Mîrê Êzdiyan: Min ji kek Nêçîrvan û Sûdanî re got divê pirsgirêka Şingalê çareser bikin

Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, ku yek ji beşdarvanê civîna roja 14ê Adarê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê bû, roja Çarşembê 15ê Adara 2023ê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Civîn gelekî baş bû. Du demjimêran li Serokatiya Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin. Min spasiya Serokwezîrê Iraqê kir bo nasandina Helebce wek parêzgeh; herwiha min daxwaz kir ku kar bo cîbicîhkirina Rêkeftina Şingalê bikin û min got, divê ti û kek Nêçîrvan Barzanî pirsgirêkên Şingalê bo me çareser bikin. Min got hemû cih hatine avakirin û aramî bo wan hatiye vegerandin ji xeynî Şingalê.”

Mîrê Êzdiyan amaje bi wê yekê jî da ku li ser daxwaza wî, Sûdanî biryar daye serdana Şêxan bike û ji nêzîk ve guhdariya Kurdên Êzdî bike. Rêveberê Karûbarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Siûd Misto jî roja Çarşembê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Em gelekî birêz berê xwe didin wê pêngava cenabê Serokê Herêma Kurdistanê; girîng e ku Serokatiya Herêma Kurdistanê bûye sîwanek bo hemû pêkhateyên Kurdistanê bêyî ferq û cudahiya mezhebî, netewî û olî.”

Siûd Misto herwiha got: “Em bi beşdarkirina Kurdên Êzdî di civîneke ligel pêkhateyên din de kêfxwe bûn. Komkirina wan hemû aliyên siyasî ku nakokiyên siyasî jî hene, heta bibêjî cihê hêviyê ye, ya rast e ew e ku Serokatiya Herêma Kurdistanê bûye sîwanek.”

Pêkhateya Turkmen: Serokê Herêma Kurdistanê dixwaze pêkhate di guhertinan de beşdar bin

Mihemed Sadedîn yek ji nûnerên pêkhateya Turkmen bû ku beşdarî civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê bû û îro Çarşembê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Serokatiya Herêma Kurdistanê îspat kir ku dixwaze hemû pêkhate ji guhertin û pêşhatên siyasî agahdar bin, beşdar bibin û amade bin.”

Mihemed Sadedîn ku hevdem yek ji parlamenterên pêkhateya Turkmen e li Parlamentoya Kurdistanê got: “Du peyamên komkirina hemû aliyên siyasî û pêkhateyan hebû. Yeke; beşdarbûn û agahdarbûna pêkhateyan ji siyaseta Herêma Kurdistanê û duyem jî tabloyeke xweşik pêşanî Serokwezîrê Iraqê bide û derxist ku pêkhate û aliyên siyasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi hev re ne.”

Ji pêkhateya Turkmen çar kes beşdarî civînê bûn, Mihemed Sadedîn got: “Di civînê de jî me pesnê rola Serokê Herêma Kurdistanê da bo piştgirîkirina wî ya li pêkhateyan û me got, di şerê dijî DAIŞê de me qet hest bi metirsiyê nekir û me xwe wek mêvan nedîtiye li Herêma Kurdistanê.”

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Mele Ebdulla Weysî ku yekî din bû ji beşdarvanê civînê, îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got. “Civîn gelekî baş bû û hemû pêkhateyan bi yek dengî daxwaz kirin ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin. Bo her pirsgirêkekê beramber Bexda bêguman pêkhate yek deng in û bi yekdengî daxwazên xwe dighînin.”

“Peyam bo Sûdanî hat dayîn ku nakokî jî hebin Serokatiya Herêma Kurdistanê hemûyan kom dike”

Serpereştyarê Îdareya Serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb ku beşdarî civînê bûbû, dibêje: “Komkirina hemû pêkhate û aliyên siyasî di bin sîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de gelekî girîng bû; ew peyam jî da Serokwezîrê Iraqê ku li Herêma Kurdistanê nakokiyên siyasî jî hebin Serokatiya Herêma Kurdistanê heye bo komkirina hemûyan bê ferq û cudahî.”

Serpereştyarê Îdareya Serbixwe ya Soran ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku Serokwezîrê Iraqê bi dîtina beşdarên civînê kêfxweş bûye û tekez kir ku ti pirsgirêkek di navbera Hewlêr û Bexda de namîne û bi gotûbêjê nakokiyan çareser dikin.

Doh êvarê 14ê Adara 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî û şanda ligel kir. Di civînekê de, peywendiyên Hewlêr-Bexda û pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin. Nêçîrvan Barzanî spsaiya Serokwezîrê Iraqê kir bo temamkirina rêkarên parêzgahbûna Helebce û pesendkirina proje-yasaya butçeya Iraqê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî, bo komkirina aliyan, peywendiyên ligel hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê, hewl û pêngavên wî bo tebayî û jihev famkirinê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Herwiha Mihemed Şiyaa Sûdanî derbarê civînên Hewlêrê de di Twittekê de nivîsiye: “Me gotûbêjên berhemdar û baş ligel Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kirin. Me hewlekî erênî bo pêngavên me ji bo cîbicîhkirina karnameya hikûmetê ji hersê rêzdaran dît.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst