Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye di 15-16ê Adarê de li Moskowê dicivin

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Sûriye Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê de 15-16ê Adarê li Moskowa paytexta Rûsyayê tê kirin. Medya fermî ya Tirkiyê ragihand ku civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de wê 15-16ê Adarê li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê kirin.

Li ser navê Tirkiyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar, li ser navê Rûsyayê Nûnerê Taybet ê Welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Mihail Bogdanov, li ser navê Îranê Şêwirmendê Karên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Asgar Haci û li ser navê Sûriyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Susan beşdarî civînê dibin.

Meha Kanûna 2022ê jî wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê li Moskowê civiya bûn. Serokê îstixbaratên her sê welatan jî wê demê beşdarî civînê bûbûn. Di civînê de aliyan li hev kiribûn ku diyaloga siyasî di navbera Tirkiye û Sûriyê de bibe rojeva civînê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja 8ê Adarê gotibû, hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de yên bi serpereştiya Rûsyayê derbasî qonaxa duyem bûne û dê wezîrên derve yên her çar welatan bicivin. Tê çaverêkirin di demên pêş de wezîrên derve yên her çar welatan jî bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst