Mereş û Osmaniye dîsa hejiyan

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Osmaniye Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nûrhaqê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, îro 15ê Adarê bi hêza 4 pile erdhejek çêbû. Li parêzgeha Osmaniyê ya Tirkiyê jî bi hêza 3.9 erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Nûrhaqê ya Mereşê, roja 15ê Adarê demjimêr 08:49 deqe bi hêza 4 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 7.72 kîlometre bû.

Herwiha li parêzgeha Osmaniyê jî, demjimêr 06:29 bi hêza 3.9 pile erdhejek çêbû ku kûrahiya wê 7 kîlometre bû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 17 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû. AFADê roja 13ê Adarê ragihandibû ku ji erdhejên navenda wan Pazarcik û Elbîstan yên 6ê Sibata 2023ê û heta 13ê Adarê 17 hezar erdhej çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst