Riha: Serokên Hevpeymaniya Milet serdana herêma lehiyê kirin

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî Riha Hevpeymaniya Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re serdana Riha ya Bakurê Kurdistanê yê ku lehiyeke mezin lê rabû kirin.

Li herêma ku ji ber erdhejên navenda wê Mereş bû xisareke mezin dît, vê carê lehî rabû. Li Semsûr û Rihayê ji ber barana zêde ya ku bi bandor bû lehî rabû. Li her du bajaran 14 kesan canê xwe ji dest dan.

Serokên Hevpeymaniya Milet ku ragihandibûn ku ew ê biçin herêma lehiyê gihîştin Riha ya ku lehî lê rabû.

Kemal Kiliçdaroglu li vir daxuyanî da û got, “Em her wiha wek nûnerên hikûmeta ku wê di meha Gulanê de bê avakirin hatine vir.”

Kiliçdaroglu got, “Divê tu kes li Rihayê xwe tenê hîs neke” û anî ziman, “Mirovan canê xwe ji dest dan. Heger welatek baş were rêvebirin, dê bajarên wî yên li dijî karesatan xurt hebin. Divê hûn bajarên berxwedêr ava bikin. Wan çarrêyek çêkirine. Bi xatirê Xwedê mirov bi saetên li benda ku pompeyeke avê têne hîştin? Ev hişmendiyeke çawa ya rêveberiyê ye? Em ê van hemûyan çareser bikin. Divê kes bêhêvî nebe.”

Li parêzgehên Riha, Semsûr û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê, piştî barana zêde ya doh bi şev 14ê Adarê lehî rabû. Bi taybetî li Riha û Semsûrê lehiyê bandoreke zêde kir û 14 kesan canê xwe jidest dan û heta niha nayê zanîn çend kes wenda bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst