Hewlêr (Rûdaw) – Li nahyeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê helîkopterek ket xwarê û li gor çavkaniyekî serbazî yê nêzîkî cihê bûyerê di encamê de 7kes mirine lê heta niha sedema ketina wê ne diyar e.
Li gor nûçeyeke Ajansa Fermî ya Tirkiyê, berpirsên Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kirine ku ew helîkopter ya Artêşa Tirkiyê be.
Welatiyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike vîdeoyek ji Rûdawê re şand û diyar kir ku agireke mezin ji helîkopterê bilind dibe û çend kes tê de mirine.
Peyamnêrê Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî bi fermandarekî leşkerî yê ku li nêzîkî bûyerê re ye axivî û ragihand ku 7 kes mirine.
Heta niha nayê zanîn helîkopter a kîjan welatî ye û çima ketiye xwarê. Şahidên bûyerê dibêjin ku hejmareke zêda ya miriyan heye.
Nayê zanîn helîkopter hatiye hedefgirtin an jî ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye. Her wiha ne diyar e helicopter a Iraqê ye yan a welatekî din e.
Piştî bûyerê çend helîkopterên din jî hatine cihê bûyerê. Fermandarê leşkerî da zanîn ku ji ber ku hewa ne baş e û nikarin xwe nêzî cihê bûyerê bikin hejmara mirî û birîndaran bi zelalî nizanin.
Li ser nasnameya kesên ku di wê bûyerê de mirine jî, çavkaniyekî din ê leşkerî diyar kir ku piraniya terman şewitîne û heta niha nehatine naskirin.
Bûyer 50 metre dûrî kompanyayeke petrolê qewimiye. Şahid û xebatkarê kompanyayê Heval Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku 2 helîkopter li herêmê difiriyan, yek ji wan têkçû û kete xwarê û ya din jî çû.
Helîkopter li nêzî gundê Bêrkiyatî yê nahyeya Çemankê ketiye xwarê ku li nêzî cihê bûyerê kompanyayeke petrolê heye.
Li gor nûçeyeke Ajansa Fermî ya Tirkiyê rayedarên Wezareta Bereveniyê ya Tirkiyê red kirin ku ti helîkoptereke artêşa wan li Iraqê ketibe xwarê û ragihandine ku ti helîkoptereke wan li navçeya ku helîkopter lê ketiye xwarê nefiriyaye.
🔴 #Bilez
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 15, 2023
Li #Duhok'ê helîkopterek ket xwarê
Helîkopter li nahyeya Çemankê ya Duhokê ketiye xwarê lê heta niha sedema bûyerê nayê zanîn.
Li gorî agahiyên Rûdawê, hejmareke zêde ya miriyan heye. pic.twitter.com/XepgeCBSMj
Tê Nûkirin…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse