RIHA - Piştî barana zêde nexweşxaneyê di bin avê de ma

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê piştî rêjeyeke zêde ya baranbarînê cadde û kolanên bajar di bin avê de man û av ket avêt nexweşxane xanî û beşek ji avahiyên welatiyan. Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê jî brûskê li kesekî da û bi giranî birîndar bû. Li seranserê parêzgehê  ji ber barana zêde xwendin li hemû dibistanan bo dema rojekê hat ragirtin.

Êvara Sêşemê 14ê Adara 2023an li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji parêzgehên erdheja 6ê Sibatê ye û çend navçeyên wê pêleke baranbarînê destpêkir û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir.

Piştî baranê cadde û kolanên bajar di bin avê de man û avê avêt Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê, beşek ji kargeh û malên welatiyan. Otomobîl jî di çûn û hatinê de rûbirûyî pirsgirêkan bûn.

Herwiha ji ber bilinbûna asta avê nxweşên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê bo nexweşxaneyên din hatin veguhestin.

Li aliyê din li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê brûskê li welatiyê bi navê Omer Oturan da û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û kesê navborî rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa Omer Oturan ne cîgir e.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku tîmên wan ji bo kêmkirina bandorên nerênî yên baranê  yên li ser welatiyan dest bi karûxebatan kirine.

Parêzgariya Rihayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê barîna baranê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an jî li parêzgehê  berdewam bike û wan ji ber bandorên nerênî yên baranê, wê rojê li hemû dibistanên li seranserê parêzgehê xwendin ragirtiye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, roja Sêşemê 14ê Adara 2023an  derbarê herêmên erdhejê de hişyariya barana zêde dabû. Saziya Keşnasiyê ragihandibû ku tê çaverêkirin ji îro û şûnde  li parêzgehên Mereş, Meletî, Xarpêt, Amed, Riha û Mêrdînê baraneke gur û zêde destpê bike.

Saziya Keşnasiyê hişyarî dabû, ku divê welatiyên li wan bajaran ji ber metirsiya lehî, brûsk, teyrok û bahozê agahdar bin. Herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo çûn û hatina trafîkê tedbîran werbigrin. Ji bilî herêmên erdhejê tê çaverêkirin, li Çewlig, Mûş û Bedlîsê jî baran bibare.

Parêzgariya Rihayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê barîna baranê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an jî li parêzgehê  berdewam bike û wan ji ber bandorên nerênî yên baranê wê rojê li hemû dibistanên li sernaserê parêzgehê xwendin ragirtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst