Galeriya wêneyan

16-03-2023
19 Photos
Bilind T. Abdullah

15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê 9 roj in hatiye vekirin û pêşwaziya bi dehan hezar kesan kiriye.

Di pêşangehê de zêdetirî mîlyonek pirtûk têne nîşandan. Li gorî serpereştyarên weşanxaneyan “piraniya pirtûkên ku hatine firotin pirtûkên olî ne û nifşê nû zêdetir pirtûkên Îngilîzî dikirin.”

Ev 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê ye û ji sala 2019an ve yekem car e tê vekirin, di sê salên borî de ji ber Koronayê nehatibû vekirin.

Li gorî rêveberên weşanxaneyan, tevî ku hejmareke zêde ya xelkê serdana pêşangehê kirin jî, firotan ne li gorî hêviyên wan e.

15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê ya ku di 8ê Adarê de hat vekirin dê 10 rojan dewam bike. 18 welat, bi 350 pirtûkxane û weşanxane beşdarî pêşangehê bûne.