Riha: Piştî erdhejê, rabûna lehiyê rewşa xelkê bi yekcarî xirab kir

15-03-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Riha Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê ji ber barana zêde hemû dibistan îro hatine girtin. Hişyarî jî tê dan ku welatî ji malên xwe dernekevin û çûn û hatin kêm be. Piştî erdhejê, rabûna lehiyê rewşa xelkê bi yekcarî xerab kir. Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku bi dehan otomobîl li ber lehiyê diçin. 14ê Adarê piştî rêjeyeke zêde ya baranbarînê li piraniya navçeyên parêzgehê lehî rabû û zerar û ziyanên maddî zêde ne.

Çemê Qereqoyun ê nav bajêr ku nêzîkî 50 salan e çikiyaye niha bi lehiyê diherike. Gelek cihên dîrokî yên bajêr jî dibin avê de man. Welatiyên malên wan di bin avê de mane bê çare ne û dibêjin ew li derve mane û hemû tiştê wan li ber avê çûne.

Welatî li ser baranê got, “Baraneke zêde bariya, lehî rabû, dîwar herifî av hemû hat nav malê. Bi heman awayî av ketiye nav mala cîranên me jî. Wek hûn dibînin em li derve mane.”

Li Rihayê ji ber barana zêde hemû dibistan îro 15ê Adarê hatine girtin. Rayedaran hişyarî dane ku welatî zêde ji malê xwe dernekevin û çûn û hatin bê kêm kirin. Herwiha beşeke nexweşxaneyeke bajêr jî dibin avê de ma.

Derbarê rewşa bajêr de Parêzgarê Rihayê derengê şeva borî civîneke awarte saz kir û agahî dan.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan got, “Niha şikir ji Xwedê re ti zerareke canî nîne. Tenê welatîyekî me birîndar bû ew jî niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyûbiye beşê wê yê Çavdêriya Hûr dibin avê de ma. Bi awayekî bilez hat valakirin, niha beşên wê yên jêr zemînê tên paqijkirin. Li wir 25 nexweşên me hebûn û bo nexweşxaneyên din hatine veguhestin.”

Li gor agahiyên parêzgariyê li Rihayê di demên asayî de salane 450 mîlîmetr baran dibare lê tenê di nav dû rojên borî de 150 mîlîmetr baran bariyaye. Di meha Adarê de rêjeya baranbarînê ya salê 50 mîlîmetr e lê tenê roja 14ê Adarê barana ku li Rihayê bariya ye 77mîlîmetre bûye.

Li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, îro 15ê Adarê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare û li hinek parêzgehan jî berf û baran dibare. Herwiha ji ber egera lehiyê hişyarî hatiye dayîn ku welatî agahdar bin û tedbîrên xwe werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst