Kiliçdaroglu, Akşener û Davutoglu serdana navçeyên lehiyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpyemaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku ew dê ligel Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davitoglu serdana parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê bikin ku di lehiya îro de zêdeyî 14 kesan li wan herdû parêzgehan cane xwe ji dest dane.

Ji duh 14ê Adara 2023an ve baranek zêde li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibare û li parêzgehên Riha û Semsûrê lehî rabû û hejmarek kes bûn qurbanî.

Li gor amarên herî dawî yên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê hejmara kesên ku li wan herdû parêzgehan di  lehiyê de canê xwe ji dest dane bo 14 kesan zêde bûye. Li gor agahiyan li herdû parêzgehan herî kêm 5 kes jî winda ne û karûxebatên lêgerîma li pey wan berdewam in.

Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpyemaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê ligel Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu serdana parêzgehên Semsûr û Rihayê bikin û got: “Ji bo dabînkirina pêdiviyên bilez ên gelê me em dê ligel şaredariyên bajarên mezin bihevahengî kar bikin.”