Çîroka sê jinên bi hêvî; Ev 12 sal in kur û hevjînên wan bêserûşûn in

Hewlêr (Rûdaw) - Di şerê navxwe yê Sûriyê de hejmareke mezin ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Sûriyê, opozîsyon, DAIŞ û gelek rêxistinên din ve hatine girtin. Beşeke mezin ji wan heta niha niha çarenivîsa wan nediyar e. Tevî ku meh û sal derbas bûne, lê dîsa jî kesûkarên wan bê hêvî nebûne.

Di vê raportê de ku aji aliyê Peyamnêra Rûdawê Helebce Sadon ve hatiye amadekirin,  behsa 3 jinan tê kirin, yek ji wan kurê wê û herdu yên din jî hevjînên wan hatine girtin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Êşeke hevbeş li paytexta welatekî wêran bûyî  van hersê jinan bi heve girê dide, lê bi çîrok û dem û cihên cuda.

Hevjînê Necla Yonis Şêx Kinî, Ekrem Şêxmûs Qero Cotmeha sala 2012an li devera Qudseya li paryexta Sûriyê bajarê Şamê hatiye girtin. Ekrem Şêxmûs Qero yê 57 salî karê goştfiroşiyê li Şamê dikir. Ew xelkê bajarê Hseskê yê Rojavayê Kurdistanê bû û merîdê Mala Xiznewî bû. Herwiha bavê 6 zaroka ye û heta niha zarokên wî çavêrê wî ne.

Necla Yonis Şêx Kinî wiha behsa wê dema hevjînê hatiye girtin dike: “Derengê şev bû û em li mala pismamekê xwe bûn. Nêzîkî demjimêr 01.00  bi şev hêzên hikûmetê ser bi malê de girtin û zilamê min û pismamê min girtin. Ez gelekê lê geram, lê ez bi tinê bûm û zarokên min biçûk bûn, lewma min hêviyên xwe ji dîtina hevjînê xwe qut kirin.”

Penaberê li Kampa Darşikran a Hewlêrê Buşra Hac Mihemed Salih dema her kes mijûlî kar û jiyana xwe, ew rojane bi tenê li pêşiya mala xwe çaverê nûçeyekiye li ser kurê xwe yê bêserûşûn e. Kurê wê yê mezin ê bi navê Xelîl Xalid Ebdulwehab di dawiya sala 2013an li devera Qasiyon li Şamê hate girtin û ji wê demê ve bêserûşûn e. Xelîl Xalid Ebdulwehab sala 1980an ji dayîk bûye û bavê 4 zarokan e.

35 sal bû ew malbat li Şamê dijiyan, qet bawer nedikirn bi rev ji wî bajarî derkevin.

Penaber Buşra Hac Mihemed Salih dibêje: “Em li Qasiyon bûn û derengê şevê hatin kurê min bi zora çekan ji malê birin.  Ez gelekê lê geram heta ku ez çûm cihê regeznameyan û ji min re gotin ku kurê te sax e û nemiriye.”

Çîroka Xensa Silêman Mihemed jî temamkirê zincîra drameya bi êş e ku ev 12 sal in li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dirêj dibe. Berî 10 salan dema hevjînê wê Remezan Temer Mihemde hat girtin ew 22 salî bû.

Remedan Temer Mihemed di sala 1984an de ji dayîk bûye û d 25ê Tîrmeha 2013an li Bilodan hate girtin û 3 zarok li pey xwe hiştin.

Xensa Silêman Mihemed jî wiha behsa dema girtina hevjînê xwe dike: “Hevalekê hevjînê min hate male me û ji min re got ka Remezan hatiye malê, lê min got min îro qet nedîtiye. Ji min re got ku îro hêzên hikûmeta Sûriyê ew li ser rêbendeke xwe rawestandin û jêre gotin em dê çend pirsiyarekî ji te bikin û ji wî demî ve em tiştekî li ser nizanin. Dema ku lêborîna giştî berî çend mehekî derket, me navê hevjînê min jî li ser torên civakî dîtin. Me peywendî li gel wan kir, ji me re gotin ku kesekê me ji zîndana Seyda derketiye û dibêje ku ev kese jî sax e.”

Çîroka van hersê bêserûşûnan, kurtiyeke ji çîroka zêdeyî 150 hezar kesên din ku li destpêka kirîza Sûriyê hatin girtin û heta niha malbatên wan tiştekî li ser wan nizanin. Dibêjn hevî û omêd mirovan bihêz dike, lê di rewşa van jinan de hêviyên bê encam ew pîr kirin.

Niha jî wê jiyana bikelem bi sebrê av didin, belku rojek were û wan çend salên di êş û dûriyê de jiyayîn jibîr bikin.