Ji ber barana ev demeke li bajêr bi tesîr e di çûn û hatin û jiyana rojane de dibe sedema zehmetiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsimna Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur ava Çemê Munzurê rabû û hin zevî û baxçeyên geştyarî jî di bin avê de man.
Ji ber barana ev demeke li bajêr bi tesîr e di çûn û hatin û jiyana rojane de dibe sedema zehmetiyan.
Li bajarê ku baran barî û bi tesîra helîna berfê ava Çemê Munzurê rabû û di ser re avêt.
Hin zevî û baxçeyên li navenda bajêr ên der û dora çem di bin avê de man û hin zeviyên navçeya Pulurê jî li ber lehiyên ketin.
Ji ber baranê li ser rêya Dêrsim-Pulur jî lîçik çêbûn û şofêran di rêçûnê de zehmetî kişandin.
Ava Çemê Taxarê û Sûlava Kişnikarê yên li Çemîşgezekê jî bi tesîra baranê zêde bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse