Demîrtaş banga piştevaniyê bo Partiya Partiya Çep a Kesk kir

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Partiya Kesk a Çep
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî banga piştevaniyê bo Partiya Partiya Çep a Kesk belav kir ku HDPê biryar daye di egera girtina partiya wan de bi wê partiyê beşdarî hilbijartinan bibe.

Di demekê de ku doza girtinê li ser HDPê berdewam e, HDPê biryar daye ku di egera girtina partiya wê de wek plana B bi Partiya Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bibe û tê pêşbînîkirin ku roja Çarşemê 15ê Adara 2023an vê biryara xwe bi awayekî fermî eşkere bike.

Berî eşkerekirina biryarê Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgehê ye, roja Sêşemê 14ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê banga piştevaniyê bo Partiya Çep a Kesk kir.

Demîrtaş li ser peyama xwe logoya Partiya Çep a Kesk belav kir û got: “Kopiya bi reng a vî wêneyî derxin û bi ser sarker û deriyên malên xwe ve daliqînin. Bila kesek nemîne ku nizane çi ye û dê lazim bibe.”

Pêvajoya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin û 21ê Hezîrana 2021ê îdianameya wê hatibû qebûlkirin, berdewam e.

Herî dawî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê  di çend rojên borî de biryara xwe ya astengkirina hesabên bankî yên HDPê bo alîkariyên xezîneyê hilweşandibû û parastina HDPê jî bo 11ê Nîsana 2023an paşxistibû ku roja dawî ya radestkirina lîsteyên berbijêrên Parlamenteriyê ye û di wê dozê de bo 451 rêveber û siyasetmedarên HDPê qedexeya siyasî tê xwestin.

Berpirsên HDPê jî ji wê yekê nîgeran in ku demek kurt bo hilbijartinan bimîne partiya wan bê girtin û di vê çarçoveyê de biryar daye di bin nave Partiya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an bibe.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartina dawî de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî bidest xistin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene. Lê niha bi îdiaya “peywendiyên wê ligel PKKê hene” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst