Îşev merasîmên Çarşema Sor birêve diçin

15-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê, îşev merasîmên taybet ên Çarşema Sor destpê dikin û daxwaz ji xelkê jî tê kirin ku di wan merasîman de lîstokên agirîn neyên teqandin.

Li parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê îşev merasîmên taybet ên Çarşema Sor destpê dikin, polîsê wê parêzgehêhişyariyê dide wan kesan ku dixwazin îşev yariyên agirîn biteqînin.

Polîsê Kirmaşanê dibêje, her kesê ku pabendî qedexeya lîstokên agirîn nebe, dê ji bo dema du hefteyan bê girtin.

Her sal di merasîmên Çarşema Sor de li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes ji ber lîstokên agirîn birîndar dibin û gelek caran jî ew lîstok dibin sedem ku hinek welatî canê xwe jidest bidin.

Merasîma Çarşema Sor merasîmeke kevnar e ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê her sal tê pîrozkirin. Ev merasîm êvariya roja dawî ya sêşema li ser çarşema berî roja Newrorzê birêve diçe û ji ber wê jî wek Çarşema Sor tê binavkirin. 

Di wê merasîmê de bi taybet li gund, bajar û li ser bilindahiyan agir tê hilkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst