Şêx Baz ji Rûdawê re behsa êrişa Îranê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Parlamentoya Iraqê serdana Hewlêrê kir û çû mala bazirganê navdar ê Kurd Şêx Baz ku bi ber êrişa mûşekî ya Îranê ket. Şêx Baz jî ji Rûdawê re ragihand, `lûtfa Xwedê ye` ku ji êrişa mûşekî rizgar bûye.

Şanda Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê serdana mala bazirganê navdar ê Kurd Şêx Baz Kerîm kir ku Îranê roja Yekşemê bi hinceta “binkeya Îsraîlê” mûşekbaran kir.

Mala Şêxa Baz di encama êrişa mûşekî ya Supaya Pasdaran de wêran bûye û bermaya şerekî mezin dixuyê.

Xwediyê mala ku wêran bûye Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyaya Kar Şêx Baz Kerîm li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ka çawa karî ji êrişa Îranê rizgar bibe, got, “Lûtfa Xwedê bû û ne tiştekî din e. Şikûr bo Xwedê ti kesê li malê ziyan pê negihişt.”

Du cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê û çar parlamenterên ji Hevpeymaniya Serwerî ya Sunneyan, Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî, Fetih a Hadî Amirî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) nêzikî demjimêran li mala Şêx Baz man.

Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamlî got, “Ev cih mala birayê min Şêx Baz e. Bazirganekî diyar ê Iraqê ye û kesekî cihê rêzê ye. Em li pişt in ji ber ku kesekî serbilind e û bazirganekî birêz e.”

Şêx Baz jî daxwaza derbirî ku ku ji parlamento, serokatî û hetta Balyozê Îranê serdan bikin, rewşa malê bibînin û “lijneyekê jî destnîşan bikin ji balyoz û siyasetmedaran da ku bibînin ku ev mala min a taybet e.”

Şanda Parlamentoya Iraqê paşê serdana Wezareta Navxwe kir û daxwaz kir ku hevkar û hêsankar be bo karê wê lijneya taybet a Parlamentoya Iraqê ku li ser êrişa Iraqê hatiye pêkanîn.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî tekez kir, “Me tiştek nîne ku veşêrin.”