Mezlûm Kobanî: Serhildana 12ê Adarê û tevgera 15ê Adarê dîwarê tirsê şikand

15-03-2022
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Kobanî Fermandarê Giştî yê HSDê Sûriye Rojavayê Kurdistanê Şoreşa Gel Şerê Navxwe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî dibêje, “Serhildana 12ê Adarê û tevgera 15ê Adarê dîwarê tirsê li Sûriyê şikand”û tekez dike, “Sûriye hêjaye azadî û seqamgiriyê ye.”

Mezlûm Ebdî got, Serhildana 12'ê Adarê û tevgera 15'ê Adarê dîwarê tirsê şikenand û got, welatiyê sûrî vegera li çargoşeya dûrxistinê qebûl nake.

Şerê navxwe yê Sûriyê

Roja 15ê Adara 2011an, yekemîn xwepêşandan li dijî Hikûmeta Sûriyê li Deraayê destpê kir û ji wê demê ve alozî, şer û pevçûn li Sûriyê berdewam in.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di encama şerê navxwe yê Sûriyê de 387 hezar kes hatine kuştin, bêhtir ji 2 milyon û 100 hezar kesî birîndar bûne û 13 milyon kes koçber û penaber bûne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî bi boneya 11emîn salvegera destpêkirina xwepêşandanên dijî hikûmeta Sûriyê ku veguherîn şerekî navxwe, peyamek belav kir.

 

 

`Derî li pêşiya çareseriyên siyasî girtî ne`

General Mezlûm Kobanî di peyama xwe de ku li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kiriye, amaje bi berdewamiya aloziyê dike û dibêje, “11 sal di ser destpêkirina tevgera gel a li Sûriyê re derbas bûn, hîn jî derî li pêşiya çareseriyên siyasî girtî ne ku bi beşdarbûna hemû aliyan dikarin dawî li aloziyê bînin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, “Serhildana 12ê Adarê û tevgera 15ê Adarê dîwarê tirsê li Sûriyê şikand” û tekez dike, “Welatiyê Sûrî qebûl nake ku li çargoşeya dûrxistinê vegere. Sûriye hêjaye azadî û seqamgiriyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst