Asayîşa Rêveberiya Xweser logoya xwe guhert

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rojavayê Kurdistanê logoya xwe guhert û nivîsên ku li ser logo bûn jî bi temamî guhert.

Li ser logoya nû ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê, peyva “Asayîş”ê li ser hat rakirin û li şûna bi Kurdî, Erebî û Suryanî li ser hat nivîsandin: Hêzên Ewlekariya Hundirîn

Rengê logoyê weke berê şînê vekirî ye, lê bazê ku berê li ser logo bû hatiye guhertin.

Logyra nû bazek li ser e, du seriyên wî hene.

Gelek kesan li ser sosyal medya rexne kirin û gotin ew dişibe logoya dewleta Selcûqiyan ku weke qebîleyeke mezin ya Tirkan tê naskirin.