Partiya DEVA: Divê Komkujiya Helebceyê weke jenosîd bê naskirin

15-03-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVA Komkujiya Helebce Kurd Başûrê Kurdistanê Jenosîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Parêzgeha Amedê ya Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) di peyama xwe ya bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê de ragihand ku divê komkujî weke jenosîd bê naskirin.

Rêxistina Partiya DEVAyê ya Amedê bi boneya 34emîn salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir û ew komkujiya li dijî Kurdan şermezar kir.

Di daxuyaniya Partiya DEVAyê de hat gotin, "Kiryarên ku li Helebce li dijî gelê Kurd bi çekên kîmyewî hatine kirin, hemû hêmanên sûcê jenosîdê di nav xwe de vehewîne.”

Partiya DEVAyê di daxuyaniyê de bibîr xistiye ku di sala 1925an de bi Peymana Cinêvê bikaranîna çekên kîmyewî hate qedexekirin û hate gotin ku piştre bi gelek peymanên din bikaranîna çekên kîmyewî weke sûcê şer hatiye binavkirin.

Partiya DEVAyê bal kişand ser wê yekê ku berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin.

Peyama Rêxistina Partiya DEVAyê ya Amedê wiha ye:

“Di 16ê Adara 1988an de yek ji sûcên herî giran û cihê şermê li dijî mirovahiyê ku di dîrokê de hatiye dîtin, li dijî Kurdan pêk hat. Gelê Kurd li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Beas a nîjadperest û hovane ve rastî komkujiya bi çekên kîmyewî hat.

Komkujiya di bin navê Operasyona Enfalê’ de hatî destpêkirin; bi îşkence, kuştin, wêrankirin û talankirina gundan li dijî Kurdan dewam kir, di sala 1988an de bi jenosîda ku sûcê mirovahiyê ye gihişt asta herî jor. Tenê çend rojan beriya Newrozê ku mizgîniya jinûve zayin û azadiyê ye, ewrên mirinê li esmanê Helebceyê belav bûn. Di sibeheke biharê de zêdetirî pênc hezar kes, ku piraniya wan zarok, jin û extiyar û hemû sivîl bûn, bi çekên kîmyawî hatin kuştin û zêdetirî heft hezar kes jî seqet man. Di proseya Operasyona Enfalê de di navbera salên 1986-1989an de zêdetirî 150 hezar kurd hatin qetilkirin.

Kiryarên ku li Helebce li dijî gelê Kurd bi çekên kîmyewî hatine kirin, hemû hêmanên sûcê jenosîdê li xwe digirin. Li gorî xala 2yemîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 1948'an a li ser rêgirtin û cezakirina sûcên qirkirinê; ‘…kuştina endamên komeke neteweyî, etnîkî, nijadî yan olî, bi qismî yan bi temamî, zerareke cidî ya laş yan jî derûnî ji endamên komê re, bi qestî guhertina şert û mercên jiyanê yên komê li ser esasê ku wê ji nav bibe... kiryarên bi vî rengî sûcê jenosîdê ne..

Divê aliyê tawanbar li dadgeha cezayê ya navneteweyî bên darizandin. Di bendên vê peymanê de jî hate destnîşankirin ku divê tawanbarê jenosîdê, li dadgeheke tawanan a navneteweyî bên darizandin.

Di sala 1925an de bi Peymana Cinêvê bikaranîna çekên kîmyewî hate qedexekirin û piştre jî bi gelek peymanên din bikaranîna çekên kîmyewî weke sûcê şer hate binavkirin. Li aliyê din, maddeya 3yemîn a hevbeş a Çar Peymannameyên Cinevê jî ku çarçoveya hiqûqa mirovî pêk tîne, tekez dike, çawaniya wê her çi be jî di ti şer û pevçûnan de sivîl û cihên niştecihbûnê nabe bibin armanc. Civaka Kurd rastî tawanên şer, jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê hatiye ku di hiqûqa navneteweyî de sûcên herî giran in.

Civaka navdewletî li hember tawanên jenosîda ku li Helebceyê li dijî gelê Kurd hatiye kirin, bêdeng maye û erkên xwe yên li ser belge û yasayên xwe yên bingehîn pêk neaniye. Heta ku rêjîma Sedam çekên kîmyawî ji welatên rojava, Almanya wergirtiye û bi balafirên Mig-23 ên endamê Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê  gazên kîmyawî bi ser Kurdan de barand. Helebce ji bo civaka navneteweyî jî rûpelekê şermê ye. Lê mixabin dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê Sedam Husên ku berpirsê Jenosîda Helebce bû û Hesen Elî Mecîd El-Tîkrîtî yê bi nasnavê ‘Elî Kîmyawî ne ji ber jenosîda Helebeyê hatin darizandin û cezakirin.

Divê em diyar bikin ku tevî guhertina desthilatdariyên siyasî, sînor û mercan; hilberîna çekên kîmyewî, bazarên çekan, şer, komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê berdewam dikin. Bi rastî jî tiştên ku li herêma me diqewimîn nîşan dide ku Helebce û jenosîdên bi vî rengî hê jî diqewimin. Ji bo ku bûyerên weke li Helebceyê dubare nebin, pêwîst e hemû kes bi dengeke xurt helwesta xwe nîşan bide. Tevî ku îro dereng maye jî, parlementoyên hin welatan (Swêd, Norwêc û Brîtanya) biryar dan ku komkujiya Helebcê wek ‘Jenosîd nas bikin.

Wek Serokatiya Parêzgeha Amedê ya Partiya DEVAyê; di 34emîn salvegera Komkujiya Helebceyê de ku mafê jiyanê yê bi hezaran kesî hat binpêkirin, em careke aliyên dibin sedema êşên bi rengî şermezar dikin. Em Jenosîda Helebceyê ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin ku divê hemû mirovahî wê şermezar bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst