Encumena Leşkerî ya Girê Spî red dike rêkeftin derbarê Eyn Îsayê de hebe

15-03-2021
Tê îdîakirina Rûsya û Tirkiyê li ser Eyin Îsa lihev kirine
Tê îdîakirina Rûsya û Tirkiyê li ser Eyin Îsa lihev kirine
Nîşan Eyn Îsa Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Girê Spî red dike ku ti rêkeftineke derbarê Eyin Îsa de hatibe kirin, tê îdîakirin Hikûmeta Sûriyê leşkerên zêde şandine navçeyê û dixwaze M4 kontrol bike.

Encûmena Leşkerî ya Girê Spî dibêje, tenê leşkerên Sûrî hatine pevguhertin û ti hêzeke zêde nehatiye Eyin Îssa.

Ji aliyê din ve Tirkiyê bingeheke serbaziya nû li bakûrê Eyn Îsayê ava dike. Avakirina wê serbazgehê jî hevdem e bi encamdana rêkeftineke nû di navbera Rûsiya û Tirkiye de, ku ev deh roj in bereya Eyn Îsayê aramiyeke tam bi xwe ve dîtiye.

Welîd Elî yê 32 salî, kurdekî Eyn Îsayê ye, ew xwediyê mezintirîn xwaringeha li ser rêya M4  bû, lê mal û milkê wî ketine bin kontrola Tirkiyê û niha di xwaringeheke biçûk di nava Eyn Îsayê de kar dike. Ew dibêje rêkeftinên bi wç awayî zû têne binpêkirin.

Derbarê rewşa li Eyn Îsayê de Welîd Elî dibêje: “Deng tune ye, topbaran tune ye, xelk vedigerin Eyn Îsayê, lê tirs heye, ji ber ku çedarên artêşa azad û yên Tirkiyê gelekî nêzîkî rê bûne, bi çavan tên dîtin, rêya ji Eyn Îsayê  heya Ebû Sira, navê wê bûye rêya mirinê, ji ber ku gelek kes di wê rêyê de bê ser û şûn bûne û mirine. Dema ku otomobîla welatiyekî li wir xerab bibe, dev jê ber dide û diçe.”

Asmanê Eyn Îsa di destê Amerîkayê de ye ku serpereştiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dike, li ser rûyî erdê jî serbazgehek û sê xalên çavdêriya Rûsî hene ku ew welat rola navbeynkariyê  di navbera Hêzên Sûriya Dîmokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyê ji aliyekî ve û artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ên ser bi Enqera ve dike.

Serokê Encûmena Serbazî Riyad Elxelef dibêje: “Ne rêkeftineke zelal e û daxuyaniyên zelal jî tune ne, lê em wek rêveberiyeke serbazî di HSDê de em dibînin ku beriya şer bi temamî bê deng bûye, li ser rûyî erdê em zanin ku hikumeta Sûriyê hêza xwe diguhere û ev guhertin her mehekê ya du mehan careke dibe, hinek diçin îcazê û kesên din ji dêvla wan tên heman xalên artêşa sûriyê.”

Bê ku hûrbîniyên rêkeftina nû ya Tirkî-Rûsî bên eşkere kirin, welatiyên gundên sînorî daxwaz dikin vegerin malên xwe. Biryar e di çend rojên dahatî de, bi serpereştiya Rûsya, proseya vegerandina koçberên gundên temas ên ku beriya niha qadên şer bûn û niha aram bûne, destpê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst