PDK dixwaze heta dawiya vê mehê avakirina hikûmeta nû destpê bike

15-03-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan PDK YNK Roj Nûrî Şawêys
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze, heta dawiya vê mehê, yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê were sererastkirin û Serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin û piştre serokê nû yê herêmê, berbijêrê serokwezîriyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê erkdar bike.

 

Endamê Polîtbîroya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK), Dr. Roj Nûrî Şawêys ji Rûdawê re got, bi nerîna hemû serkirdatiya PDKê, wiha baş e ku heta dawiya vê mehê yasaya serokatiyê were sererastkirin.

 

Roj Nûrî Şawêys diyar kir, li gor rêkeftina siyasî ya li gel YNKê tu tiştek li pêşiya karê Parlamentoya Kurdistanê nabe asteng û naba sedema rawestana karê parlamentoyê.

 

Li aliyekê din PDK û YNK li ser pişka YNKê di hikûmeta nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hêj negihîştine rêkeftinekê û danûstandinên navbera herdu aliyan berdewam in. Ew yek di demekê de ye, ku herdu partiyan roja 4ê Adarê di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêkeftinek bi hev re îmze kirine.


Ji bo beşdariya di pêkanîna hikûmeta nû de, PDKê bi Tevgera Goranê re jî rêkeftin îmza kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst