GUNDÊ KOÇO – Vekirina yekem gora bi kom a Kurdên Êzidî

15-03-2019
RÛDAW
Nîşan Koço Şingal Gor Vekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi hevahegiya li gel hev, îro yekem gora bi kom a Kurdên Êzidî li gundê Koço vedikin, ev jî yek ji daxwazên Kurdên Êzidî bû ji bo yekalîbûna çarenivîsa xizmên wan ku piştî êrişa çekdarên DAIŞê ya di sala 2014an de beşek ji wan hêj winda ne.

 

Îro înê (15-03-2019) li gundê Koço bi amadebûba rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û nûnerên Neteweyên Yekbûyî û wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê Nadya Murad merasîmek hat sazkirin.

 

 

 

 

Wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê Nadya Murad di merasîmê de got: “Karên pêwîst ji bo awareyên Êzidiyan nehat kirin û em vegera awareyan bo Şingalê û herêmê giring dibînin.”

 

Nadya Murad herwiha daxwaza çarenivîsa windabûyiyên Kurdên Êzidî kir û di heman demê de jî daxwaza cezakirina tohmetbaran kir.

 

 

 

 

Sekreterê Encûmena Wezîran a Iraqê Mehdî Ellaq gotara Serokwezîrê Iraqê pêşkêş kir û ragihand ku hikûmeta Iraqê bi hevahengiya Neteweyên Yekbûyî karîne 71 gorên bi kom bibînin û îro yekem gora bi kom li gundê Koço tê vekirin.

 

Li gor gotina Adil Ebdulmehdî ku gotara wî ji aliyê Mehdî Ellaq ve hat xwendin, vekirina koman dê bi rêya zanistî be û têde rênimayiyên olî û rewa dê werin liberçavgirtin û piştî eşkerebûna nasnameyên qurbaniyan, rufatên wan dê radestî malbatên wan werin kirin.

 

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Berevan Hemdî li gundê Koço di merasîma vekirina yekem gora bi kom a Kurdên Êzidî de ragihand: “Ji bo gihiştina xizmên windabûyiyan û komkirina nimûneyên xwîna wan û wergirtina zanyariyê li ser hezkiriyên wan ên winda bi mebesta nasînê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo alîkarîkirina li ser asta niştimanî û navdewletî ji bo bidestxistina dadweriya ji bo qurbaniyên wan.”

 

 


 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst