ENKSê li ser gora pêşmergeyê şehîd Mele Mistefa Barzanî bibîr anî

15-03-2019
RÛDAW
Nîşan ENKS Mele Mistefa Barzanî Bîranîn Pêşmerge Şehîd
A+ A-

Rojavayê Kurdistanê (Rûdaw) – Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi çandina şitlên daran li ser gora pêşmergeyekî şehîd, roja jidayikbûna Mele Mistefa Barzanî bibîr anî.

 

Bi helkevta roja jidayikbûna Mele Mistefa Barzanî, rêxistina ENKSê ya li navçeya Kerkî çalakiyek lidar xist. Di wê çalakiyê de ku duh li gundê Er-Ûr li Rojavayê Kurdistanê birêveçû, çendîn şitlên daran li ser gorên pêşmergeyê şehîd, Haşim Ebdulqadir hatin çandin.

 

Kesûkarên pêşmergeyê şehîd, Haşim Ebdulqadir, bi wê çalakiya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê kêfxweş bûn û spasiya rêxistina xwecihî ya ENKSê kirin ku di roja bîranîna Mele Mistefa Barzanî de, merasîma bîranînê li ser gora şehîd Haşim lidar xistine.


 

Di dawiya çalakiyê de, rêxistina xwecihî ya ENKSê, wêneyeke Mistefa Barzanî pêşkêşî bavê şehîd Haşim kirin.

 

Haşim Ebdulqadir pêşmergeyekî hêza Leşkerê Roj bû ku di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst