Serok Barzanî û Falih Feyaz tekezî li hevahegiya Hewlêr û Bexdayê kirin

15-03-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Falih Feyaz Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz tekezî li hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo welatiyan di warê ewlehî û dabînkirina pêşerojeke baştir de kirin.

 

Roja înê 15-03-2019an li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Faleh Feyaz kir.

 

 

Li gor daxuyaniya civînê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û şerê DAIŞê û pêngavên binbirkirina terorê li Iraqê hate nirxandin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Di vê civînê de rewşa navçeyên maddeya 140 û hewlên her du aliyan yên ji bo çareserkirina kêşeyan xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya Hewlêr û Bexda li warê emnî û dabînkirina paşarojeke baştir ya ji bo hemwelatiyan kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst