ŞINGAL - Îro li Koço yekemîn gora bikom a Kurdên Êzidî tê vekirin

15-03-2019
RÛDAW
Sê Kurdên Êzidî li cem goreke bikom, Wêne: AFP
Sê Kurdên Êzidî li cem goreke bikom, Wêne: AFP
Nîşan Şingal Koço Kurdên Êzidî Gorên bikom DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Înê yekemîn gora bikom li gundê Koço yê girêdayê navçeya Şingalê tê vekirin, ku termên bi dehan Kurdên Êzidî têde ne û di sala 2014 de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

 

Piştî nêzîkî 3 sal û 6 mehan ji kontrolkirina Şingalê, yekem gora bi kom a Kurdên Êzidî ya li gundê Koço bi fermî tê vekirin.

 

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan li Herêma Kurdistanê, Berevan Hemdî ragihand: “Li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, bi çavdêriya saziyên navdewletî û bi amadebûna malbatên şehîdan, biryar e îro 15ê Adarê yekem gora bikom li gundê Koço bê vekirin.”

 

Berevan Hemdî got, di wê proseyê de, Herêma Kurdistanê vê xwedî rol be.

 

Piştî serdana şanda Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civîna wan li gel Sekreteriya Giştî ya Bexdayê, beşa gorên bikom, tiba dadî û rêxistinên nehikûmî, biryar hat dayîn ku hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekirina yekem gora bi kom li gundê Koço yê Şingalê encam bidin.

 

Li gor zanyariyan, tenê li gundê Koço 13 gorên bikom ên di encama komkujiya DAIŞê ya li hember Kurdên Êzidî hene.

 

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014ê de êrîşa xwe bo ser Şingalê û deverên ku Kurdên Êzidî lê dijîn, dest pê kiribû û gundê Koço jî hingê ketibû ber êrîşa wê rêxistinê. Di encama wê êrîşa DAIŞê de bi sedan Kurdên Êzidî li gundê Koço hatibûn kuştin û bi sedan keç û jin û zarokên Kurdên Êzidî jî wek êxsîr (dîl) ketibûne destê çekdarên wê rêxistinê.

 

Wergira Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad jî xelka Koço ye, ku di êrîşa sala 2014ê ya DAIŞê de, dayik û bav, xwîşk û bira û çendîn kesên din ji malbata xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst