Merîwan (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê xwandekarên qonaxa pêncem a seretayî kampanyayeke çandina şitilên daran birêve birin.
Ew kampanyaya wan li ser pêşniyara rêveberê dibistanekê bûye.
Di wê kampanyayê de, xwandekaran li bilindahiyên derdora bajarê Merîwanê şitilên daran çandin.
Kampanyaya wan xwandekaran bi alîkariya xizm û kesûkarên wan û Encumena Kesk a Çiya ya Merîwanê birêveçû.
Xwandekarên beşdar di kampanyayê de dibêjin, ew dixwazin wan roleke zêdetir di parastina jîngeh û daristanan de hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse